Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Heather Nauert li ser kêşeya nedana vîzeyan ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de axivî.
“Divê em di dîyalogê de bin, em hêvî dikin em zêdetir bi aqilê-selîm tev bigerin.
“Ji bo lêpirsînên didomin em di metirsîyeka gellek ciddî de ne ka Tirkiye dixwaze hevkariya me bike an na.
“Em hêvî dikin Tikiyeya endama NATOyê ye hewil nade ku mesafeyekê dane di navbera me de.”
Wezîrên karê derve hev dîtibûn
Wezîrê karên derve, Mevlût Çavûşoglû bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillersonî re axivî.
Herdu wezîr li ser biryara nedana vîzeyê ya herdu welatan axivîn.
Bixwîne - “Biryara nedana vîzeyan biryara Qesra Spî û Wezareta Karên Derve bû”
Tîllersonî eşkere kiriye wî ji Çavûşoglûyî re gotiye:
“Divê hikûmeta Tirkiyeyê bi zelalî sebebên sûcdarkirina û girtina [xebatkarên Balyozxaneya amerîkayê] eşkere bike. “
Li gor nûçeya NTVyê lijneyek dê ji bo çareserkirina kêşeyan ji Amerîkayê bê Tirkiyeyê.
Çi bûbû?
Polîsan xebatkarê Balyozxaneya Amerîkayê Metîn Topûz desteser kiribû li gor nûçeya Toygun Atîllayî ya li rojnameya Hûrriyetê ji bo xebatkarekê dî jî biryara desteserkirinê hatiye dayin.
Di 4ê Çiriya Pêşiyê de dema xebatkarê balyozxaneyê bi lêpirsîna Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir(FETO) hatî girtin balyozxaneyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ew ji vê rewşê nerihet e.
Li ser vê yekê:
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê daxuyandiye ku li Tirkiyeyê vîzeya ji bo çûyina Amerîkayê dê neyê dayin.
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li bajarê Washingtonê yê Amerîkayê daxuyandiye ku ew jî dê vîzeya ji bo çûna Tirkiyeyê nede.(YY/MB)