Ji bo nivîsa Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ez li cihekê welê mezin bûm ku tûndkariya li jinan tê kirin hatiye qebûlkirin, bûye ji rêzê û normal e. Pîrika min a ku ez li ber destê wê mezin bûm jî li cihekê welê mezin bûbû. Mesela di zarokatiya xwe de dema em digiriyan ji me re digot: “Wek jinan negirîn.” Ji bo wî cihî giriyan wek qelsiya jinan dihat dîtin.
Rast û diristiya her tiştan mêr dizanin. Ew gotinên ku me gelek caran dibihîstin ew gotin bûn ku qedrê jinan sivik dikirin. “Aqilê jinan di tîka wan de ye, dema radibin dikeve.” “An tê ya min bî, an tine bî.” “Bavêje ceyndika min ez ê te bikujim.”
Heke em nimûneyeka ji van demên paşiyê bidin jî: Di stranekê de, gotin zayendperest yên “heke tu nebî ya/yê min ez ê taciz bikim” tên gotin.
Welê tê dîtin ku jin sih û dûvikên me ne. Di malbata min de jî ez bûm şahidên bûyerên bi vî rengî. Ji rêzê bû ku kesek li keç, jin an jî xuşka xwe bide. Ji rêzê bû gotinên “namûs û hey namûs” bên gotin.
Min ev gotin jî gelek caran bihîstine “keçek bi saxî diçe mala mêrê xwe lê bi tenê mirîyê wê dikare ji wê derê derbikeve.
Wê rewşê tesîra xweb li jiyana min jî kiriye. Di zewaca xwe ya pêşiyê de û di têkiliyên xwe de min gelek xeletî kirin.
Hêsanî ye ku mirov hemîya sûcî bike stoyê malbat û derdorê. Min tiştên wek dar û keviran yên di hişê xwe de nerm kirin û kirin di şeklekê de lê hê jî hin hişk û reqî di kûraya hişê min de mane.
Ji ber çi min bi vî rengî dest pê kir, ji ber ku heke em ji bo vê mijarê ne semîmî bin welê dixweyî dê hel nebe! Gelek kêm demên me çêbûne ku di civatê de durûtî di asta herî bilind de ye. Ji aliyekê ve di medyaya civakî de li dijî vê yekê nerazîbûn tê nîşandan ji aliyê dî ve mirov bivê-nevê ji xwe dipirse “erê civak ev qasê nerazî be çima jimara bûyerên bi vî rengî zêde dibe.”
Ez behsa civakekê dikim ku jinan wek siha mêran wek alîkara wan dibîne û gelek nesemîmî ye.
Xwedêyo! Çi qasê xelk ji bo tûndkariya jinan û îstismarkirina zarokan hesas in! Erê ew kesên îstismarê dikin kî ne? Ma ew kes ji civat û gerdûneka dî hatine? Na ew kesên hesas bi xwe ne ku wê yekê dikin. Hima bêje kesek me bibîne dê bibêjin qey em ne di civakekê de ne ku mêr baladest in.
Erê tiştê em hewce ne perwerde ye. Bawer bikin ti têkiliya vê yekê bi perwerde û cînên civakê ve nîne. Tûndkarî ew qasê berbelav e ku ti ferq nake li hemî çînên civakê ye. Rayên vê kêşeyê kûr çûne ti çi bibêjinê bêjinê.. bêjin edet, çand, dîn, şertên sosyoekonomîk her çi be gelek kûr e. Heke em zanistî biaxivin di genan de ye.
Van rojan hevalekî min behsa meseleyekê kir, bi vê meseleyê hûn ê fêm bikin ku ev kêşe ne bi tenê ji genên mêran de ye di genên jinan de jî heye. Di xwaringehekê de mêr û jinek dema li hev ketine, mêrî li jinê daye. Wan kesn li derdorê navbeynkarî kirine.
Jina lêdan xwerî dijûnên lewitî li wan kesên navbeynkarî kirîn kiriye û gotiye “ma we çi jê, mêrê min e dê li min jî bide û ji min hez jî bike” her kes di cihê xwe de dicemidin.
Polîsekê hevalê min behsê dikir “mêr li jinan didin, bi gilîya cîranan em wan dibin qereqolê paşê ji sedî 90ê wan dibêjin giliya wan ji mêrê wan nîne. em nikarin ti bikin.” Ji ber ku jinan cihek nîne ku xwe lê bisitirîne, şertên ekonomîk rê nade an jî heke zarok hebin ji bo wan tehemmilê dikin.
Ji destpêkê ve azadiya jinan ji wan hatiye standin. Bi gotinên “aqilsivik” qedrê jinan hatiye sivikkirin. Tiştê îronîk jî ew e ku jin wan mêran mezin dikin.
Baladestiya mêran ya bi hezaran salan di cih de naguhere. Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne. Jin ji bo me tiştek e ku em xwe wek xwediyê wê dibînin, metayek e.
Li hemî derên dinyayê bi vî awayî ye. Li reklaman, rêzefîlman û şirketên mezin ên dixwazin tiştên xwe bifiroşin bedena jinan wek metayekê tê bikarhînan. Em ji kû dest bi guherînê bikin. Li gor min ji destpêkê tiştê herî giring helkirina kêşeya semîmînebûnê ye.
Dema ku ez vê nivîsê dinivîsim, nizanim ka çend jin têne kuştin û tûndkarî li çendan dibe, em ê twitekê bi hemî hal û balê xwe yê şirîn binivîsîn û bi vê yekê erkê xwe pêk bînin ma ne?
Ez niho twîtekê binivîsim û bibêjim “hevalno ji bo şermezarkirina tundkariya li jinan em sibeyê bimeşin” çend kes dê bên?
Ceribandina wê bellaşî ye!
Heke deh kes bê gelek baş e. Heke em cihekê jin bikarin bi azadane xwe îfade bikin, şiyanên xwe der bikin, rêz û hirmet ji wan re hebe çênekin em ê bêjin û em ê li ber govendê girê bidin.
Li meclîsê binêrin, li dîwana wezîran, şirketan, fabrîqeyan, li wan cihan binêrin ku jin dikarin li wan deran kar bikin û entegre bibin binêrin hingê hûn ê fêm bikin ka ez dixwazim çi bibêjim.
Fikrên li mejiyê me belav bûyî û bûyîn tabû ew e!
Heke em ji xwe dest bi guhertinê nekin, bi tedbîrên nesemîmî û spesîfîk, tiştek dê neguhere, ho hatiye dê ho here! (AT/APA/MB)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 HEFTE 52 MÊR
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
Ev kampanya di Bernameya Sivil Düşün ya Yekîtîya Ewropayê de bi piştgiriya Yekîtîya Ewropayê(YE) hatiye amadekirin. Naveroka vê kampanyayê û berpirsiyariya wê bi temamî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, ne nêrînên YEyê ne. |