Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
14 xebatkarên saxlemiyê yên ku di dema operasyona li Cizîrê de, xwestine birîndarên sivîl ên di jêrzemînan de mabûn bibin nexweşxaneyan, îro hatine dadkirin. Dadkirina 14 kesan li 3yem Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê çêbûye. Xebatkarên saxlemiyê xwe li dadgehê parastine.
Doz bi navê “Doza Ambulansê ya Cizîrê” tê binavkirin û xebatkarên saxlemiyê gotine ku wan wezîfeya xwe kiriye: “Em ê di alîkariya kesên hewcedariya wan bi dermankirinê hebe de berdewam bin. Tiştê ku me kiriye di cî de bû û hewce bike em ê dîsa bikin.”
Dadkirina wan wê 26ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê berdewam bike.
“Armanca me vekirina korîdora tenduristiyê bû”
Îro 13 bersûc beşdarî danişînê bûne, Dr. Vahap Alp jî ji Edliyeya Amedê bi rêya Sîstema Ragihandinê ya Deng û Dîmenan (SEGBİS) beşdarî danişînê bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, yek ji bersûcan Dr. Încilay Erdoganê gotiye: “Tenê yek armanca me hebû, ew jî vekirina korîdora tenduristiyê bû. Me dixwest ku wan mirovan bigihînin nexweşxaneyan. Heke ku dermankirina nexweşan sûc be, em vî sûcî ji dema Hîpokratî û vir ve her gavê dikin. Em ê ji niha û pê de jî di alîkariya kesên hewcedariya wan bi dermankirinê hene de berdewam bin. Me sond xwariye ku em vî ‘sûcî’ bikin û em ê di kirina wî de jî berdewam bin.”
Çi bûbû?
Di dema operasyon û qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de, ji bo alîkariya mirovên sivîl, 9 doktor, 4 hemşîre û ajokarekî ambulansê yên endamên Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES), xwestibûn bi dilxwazî biçin Cizîrê. Leşkeran ambulansa wan li ser rêya Cizîrê dabû sekinandin.
Ji bo 14 kesan li 3yem Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin.
Doktor û mafparêz Serdar Kunî jî ji ber dermankirina nexweşên li Cizîrê, bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. (AS/FD)