PLATFORMA JİNAN A DÎCLE AMEDÊ
"Em ji bo Bahar Aksû û hemû jinen ku hatine qetilkirin li qadan in"
Li Şîşliya Stenbolê duh (5ê Gulanê) Bahar Aksu ji aliyê mêrê bi navê Rustem Elîbol ve hat qetilkirin. Aksû hevjîna berê Rustem Elîbol bû ku jê cihê bûbû.
Li Amedê jinan bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) bi dirûşma "Em ji bo Bahar Aksuyê û hemû jinan li qadan in" mîtîngek li dar xistin.
Hevşaredara Peyasê Berivan Gulşen Sincar, Şaxa Jinan a Partiya Gel a Komarî (CHP) a Amedê, Rêxistina Bajarê Amedê ya DEM Partiyê û gelek jin beşdarî mîtîngê bûn.
Jinan bi pankarta "Em ji bo Bahar Aksû û hemû jinen ku hatine qetilkirin li qadan in" daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Arzu Koçê li ser navê platformê daxuyaniya çapemeniyê xwend. Koçê di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got: "Em îro li vir in û careke din bang dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî kesên ku Tirkiyeyê vediguherînin welatekî ku hema bêje kuştina jinan lê bûye asayî û tûndkarî di her warî de sazî bûye berfireh bikin."
Koçê wiha dirêjî da axavtina xwe "Jin tûndkariya ku mêr weke çarenûs pêşkeşî wan dikin qebûl nakin û ji bo azadî û jiyanê têdikoşin. Em bi hêrs in ji ber ku kuştinên jinan ji ber sîstemeke serdest a mêr pêk tê û bi hemû saziyên xwe bi awayeke rêxistinkirî li dijî têkoşîna jiyan û azadiyê ya jinan e."
Koçê diyar kir ku di 3 mehên destpêkê ên sala 2025an de 98 jin hatine qetilkirin û wiha dewam kir: "156 jinan bi awayeke bi guman de jiyana xwe ji dest dane, 207 jin rastî tundkariyê hatine û birîndar bûne, 41 jin rastî tacîza zayendî hatine û 5 jin jî rastî tundkarî û destdirêjiyê hatine. Piraniya kuştinan ji aliyê hevjîn an hevjînê berê ve hatine kirin. Dîsa piraniya kuştinan li malê qewimîn e."
Koçê bal kişand ser wê yekê ku şert û mercên ku jin tê de dijîn cûda ne û wiha got: "Bêyî cudahiyên weke bawerî, cudahiyên weke jiyanî, çînî, aborî û temenî hene. Divê jin di hemû qadên jiyanê de bi hev re têbikoşin û li dijî vê pêla tundkariyê ya ku ji bo jinê gef e, bibin yek. Avakirina civakeke demokratîk ku wê rêzê li wekheviya civakî ya jin û zarokan bigire û bidestxistina mafan misoger bike, wê pêşeroja demokratîk a hemû beşên civakî misoger bike."
Înîsiyatifa Yekitiya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
Li Amedê civîna 'Înîsiyatîfa Yekitiyê' hat lidarxistin

Meşa li dijî tiryakê li Amedê: "Ev pirsgirêk jehreke berbelave û pirsgirêkeke pergalî ye"

10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê kir

Li Amedê lansmana projeya ‘Raborî Pêşeroj e’ dest pê kir
