Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîrê Bînalî Yildirim di civîna walîyan de gotiye “hêviya me ew e têkiliyên herdu hevpeymanan di demekê kurt de normal bibin”
Hin beşên axiftina Yildirimî ev in:
Idlib
“Em da li herêmê ne teror lê aştî hebe li wê derê ne.
“Xebatên me ji bo çêkirina aştiyeka mayinde û tinekirina zilmê ye.
Herêma Kurdistana Iraqê
“Referandûma nehiqûqî yek ji mijarên rojeva me ye.
“Birêvebiriya herêmî ya li Iraqê gaveka bêwate avêt û yekparçetiya Iraqê xist di bin metirsîya parçebûnê de.
“Me çawa ku ji berê parast em dîsa mafên nijadên cida yên herêmê diparêzin.”
Bixwîne - Encama fermî ya referandûma Herêma Kurdistana Iraqê: Ji sedî 92,73 Belê
Çi bûbû?
Polîsan xebatkarê Balyozxaneya Amerîkayê Metîn Topûz desteser kiribû li gor nûçeya Toygun Atîllayî ya li rojnameya Hûrriyetê ji bo xebatkarekê dî jî biryara desteserkirinê hatiye dayin.
Di 4ê Çiriya Pêşiyê de dema xebatkarê balyozxaneyê bi lêpirsîna Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir(FETO) hatî girtin balyozxaneyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ew ji vê rewşê nerihet e.
Li ser vê yekê:
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê daxuyandiye ku li Tirkiyeyê vîzeya ji bo çûyina Amerîkayê dê neyê dayin.
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li bajarê Washingtonê yê Amerîkayê daxuyandiye ku ew jî dê vîzeya ji bo çûna Tirkiyeyê nede.
(EKN/MB)