Ji bo nûçeya kurdî / ingilîzî bitikîne
Ez di sala 2016ê de carekê bi Hakki Boltanî re axivîbûm. Wê carê ji min re gotibû ku “Li Amedê karê rojnamegeriyê zehmet e. Li vir êrîşî rojnamegeriyê û rojnamegeran dikin.”
Şeş sal derbas bû. Li Amedê 20 jê rojnameger 22 medyakar bi rojan e desteserkirî ne.
Di şeş salan de ev ne yekem operasyon e ku li dijî rojnamegeran pêk tê. Rojnamegerên ku nûçeya avêtina du welatiyan a ji helîkopterê kirin nûçe jî di nav de bi dehan rojnameger hatine destesirkirin, hatine dadgehkirin, girtin û tacîzkirin.
Lê di demên dawiyê de hejmara operasyonên li ser rojnamegerên kurd, li herêmê zêdetir bûne. Hakki Boltan yek ji van mînakan e.
Ger em behsa nûçeyên wî nekin jî, ji ber dadgehkirin û desteserkirinan em gelek caran navê wî dibihîzin.
“Desteserkirin ji politikaya desthilatdariyê ne cida ye”
Me jê pirsî bê ka ji bo desteserkirina rojnamegeran a di demên dawiyê de bûye, ew çi difikire.
Boltanî got, “Ev ne ya destpêkê ye û wê ne ya dawî be jî.”
Li gorî nêrîna wî desteserkirin rastesart êrîşeke li ser çapemeniyê ye lê bêhtir jî êrîşeke li ser rojnamegerên kurd e. Wî got ku “Hesabekî desthilatê heye”:
“Çi gava ku operasyoneke wiha berfireh li dijî çapemeniya kurdan pêk bînin, li pişt wê tekez hesabên berjewendiyê hene. Roboskî, dorpêçkirin, operasyona dersînorî, hilbijartin… Ev hewldaneke wiha ye ku tekez têkiliya wê bi politikaya desthilatê re heye, ji bo bêdengkirinê ye.
“Desteserkirinên ku îro pêk hatine jî ji me re diyar dike ku wê di pêş de win hiştan bikin û naxwazin civak vê bizanibe an jî zêde li ser nîqaşê nekin.”
“Tişta ku me diparêze rojnamegeriya me ye”
Boltanî diyar kir ku ji mêj ve ye tişta nehatiye guhertin, operasyon û êrîşên li ser rojnamegeran e û got: “Ev ne tene ji ber ‘astengkirina rojnamegeriyê ye’. Êrîşên cihereng pêk tên ku metirsî li ser jiyana me çêdibe, gelek hêlên van êrîşan hene.
“Rojnamegerekî/e kul i Amedê kar dike, van rîskan dizane, dizane wê bê desteserkirin, bê girtin, lê dîsa jî rojnamegeriyê dike. Lewma digel hemû van tiştan em di kare rojnamegeriyê de bi israr in.” (HA/FD)