* Fotograf: Seyri Sokak
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dersdêr Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçayî di 324emîn roja greva xwe ya birçîbûnê de bi civîneke çapemeniye aşkere kirin ku Komisyona Rewşa Awarte serlêdana wan qebûl nekiriye, ew ê greva birçîbûnê biqedînin û têkoşîna xwe ya ji bo vegera kar berdewam bikin.
Civîna çapemeniyê li Enqere li mala Semîh û Esra Ozakçayê bi rê ve çû û Nûriye Gulmen, Semîh Ozakça, Esra Ozakta ya ku 249 roj in di greva birçîbûnê de ye, Mehmet Guvelî yê ku 210 roj in di greva birçîbûnê de ye, endamên Odeya Doktoran a Enqereyê (ATO), parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel û çalakvanên Kolana Yukselê beşdarî li civînê kirin.
Malpera Seyri Sokakê civîna çapemeniyê bi awayekî zindî weşand.
Gulmen û Ozakçayî behsa çalakiya li Kolana Yukselê kirin ku di 444emîn roja xwe de ye û li ser desteftiyên greva birçîbûnê sekinîn ku di roja 324emîn de ye. Spasiy ên xwe pêşkêşî wan kesan kirin ku bi wan re tevdigeriyan. Aşkere kirin ku wan greva birçîbûnê bi dawî kirin.
Dersdêran diyar kirin ku ji bo başbûna siheta xwe ew ê li nexweşxaneyê bêne dermankirin û paşê li Kolana Yukselê bin. Doktorên ji ATOyê jî destnîşan kirin ku wê pêvajoya nexweşxaneyê 6 hefteyan bidome.
Parêzerên Gulmen û Ozakçayî jî gotin ku li hemberî biryara Rewşa Awarte divê di nava 60 rojan de serî li dadgeha îdareyê bidin û ew ê di nava vê demê de serî lê bidin.
Çi bûbû?
Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Semîh Ozakçayê dersdêr bi Biryarnameyên di Himê Qanûnan de ji karê wan hatin avêtin.
Nûriye Gûlmenê li Zanîngeha Selçûkî wek lêkolîner kar dikir. Bi Lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ew ji karê wê hat avêtin.
Semîh Ozakça, li navçeya Çiyayê Mazî dersdêrek bû. Ew bi sûcê “têkiliya digel rêxistinên terorî an jî rêxistinên ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî ew li dijî ewlehiya neteweyê dîtî” ji karê wî hat avêtin.
Gûlmen di 9ê Çiriya Paşiyê de, Ozakça jî di 23yê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê li ber Monomentê Mafên Mirovan dest bi xwenîşandanê kiriye. Ew di 9ê Adarê de hatin desteserkirin. Wan di dema desteserkirinê de dest bi greva birçîbûnê kir.
Di 23yê Gulanê de hatin girtin. Ji 28ê Tîrmehê û pê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê dihatin girtin.
Di 202emîn roja greva birçîbûnê de (26ê Îlonê) Gulmen ji girtîgehê birin Nexweşxaneya Nûmûneyê.
Semîh Ozakça di daneşîna sêyemîn de hat tehliyekirin.(BK/FD)