Koma Hevalên Hrantî ku ji 2007ê û vir ve doza kuştina Hrantî dişopînin û di 19ê Kanûna Paşiyê de bernameyên yadkirinê li dar dixin, li ser hesabên xwe yên YouTube-ê vîdeo weşandine. Di van vîdeoyan de bang li her kesî kirine ku roja 19ê mehê her li ku bin bila Hrant Dinkî bibîr bînin.
Gaye Boraliogluyê metna bangewaziyê nivîsandiye û Tilbe Saran, Ercan Kesal, Derya Alabora, Bogos Çalgicioglu û Serra Yilmazê jî xwendine. Di vîdeoyan de hunermendan wiha gotiye ku Umit Kivançî ew vîdeo amade kirine:
“Tu di nava bayê Stenbolê, di prîska ava Feratê, di ewrên li ser girê Araratê yî.
“Tu di rondikên çavê zarokeke Rojhilata Navîn, di bêhna xwecihekî li Amerîkaya Başûr, di xwêdana eniya cotkarekî Afrîkayê de yî.
“Tu li her devera ku hişê yekî lê digihê, dil pê hest dike yî. Tu her gav li vê derê yî ahparig!”
Ji ber şewba Covid-19ê bernameya yadkirinê ya 19ê Kanûna Paşiyê wê îsal saet di 14.45 deqîqeyan de li ser malpera hranticinadaleticin.org-ê pêk were. (HA/FD)