Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Dayikên/Mirovên Şemiyê û Komisyona Li Dijî Windayên Di Dema Desteserkirinê de ya Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) bi daxuyaniyeke hevbeş gotin, “Em e di hefteya 701ê de jî li Qada Galatasarayê bin.”
Xizmên windayan ji bo bernameya ku sibe (1ê Îlonê) wê bi rê ve bibin û bersiva Suleyman Soylû Wezîrê Navxweyî bidin civîneke çapemeniyê çêkirin.
Dayikên/Mirovên Şemiyê hefteya borî (25ê Tebaxê) ji bo hefteya 700î xwestibûn li Qada Galatasarayê kom bibin. Li ser fermana Suleyman Soylû Wezîrê Navxweyî polîsan destûr nedabûn wan û êrîş biribûn ser wan. Di encamê de 47 kes hatibûn desteserkirin.
Civîn li Şaxê Stenbolê yê İHDyê çêbû. Ji bilî xizmên windayan, mafparêz, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan, Serpîl Kemalbay, Mûrat Çepnî, Huda Kaya, Zuleyha Gulum, Omer Farûk Gergerlîoglû û Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikûlû beşdarî civînê bûn.
Masîde Ocak xizmê windayî û endama Komisyona İHDyê li ser navê Dayikên/Mirovên Şemiyê daxuyaniya nivîskî xwend:
“Em çûn Qada Galatasarayê, ji ber ku weke xizmên me mirovên din jî ji malên xwe, kargehên xwe, dibistanên xwe, kolanên xwe, li ber çavên herkesan dihatin desteserkirin.”
Daxwaza hevdîtinê li Erdoganî dikin
Masîde Ocakê diyar kir ku wan ew daxwaza hevdîtinê li Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî dikin.
Li ser navê Dayikên/Mirovên Şemiyê malbat û xizmên Fehmî Tosûn, Cemîl Kirbayir, Hayrettîn Eren, Heseyin Taşkaya, Hasan Ocak, Ridvan Karakoç û Ferhat Tepeyî daxwaza hevdîtinê kirine. (BK/FD)