Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Bi banga HDPê duh(18ê Kanûna Paşiyê) tevger û partiyên siyasî li Enqereyê civîna xwe ya yekem sazkirin e. Civîna destpêkê bi peyama “Em dikarin yekîtiyeke xurt ava bikin da ku hevîyê mezin bike, baweriyê bide” biencam bûye.
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Malên Gel (Halkevleri), Partiya Hereketa Kedê (EHP) û Partiya Komunîst a Tirkiyê (TKP) di wê civîna hevbeş de amade bûne. Partiyan li piştî civîna destpêkê bi daxuyaniyeka hevbeş peyama “hêvî”, “bawerî” û “yekitiya têkoşînê” dane.
Di civînê de biryarên hatine girtin yên hevbeş ev in:
- Ji bo têkoşîna hevbeş û zêdekirina zemînên têkoşînê û bihêzkirina wan
- Ji bo diyarkirina mijarên têkoşînê û pêkanîna wan û berdewamiya li ser hevdîtin û gotûbêjan,
- Me biryar da ku têkoşîna hevbeş, ne tenê bi aliyên ku beşdar re sînordar bimîne û em dê vê yekê di nav hemû hêzên demokratîk, sosyalîst, şeoreşger û çep ên li Tirkiyeyê de berfirehtir bikin.
Di daxuyaniya hevbeş de weha hatiye gotin, “Li Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî her ku diçin zêde dibin. Polîtîkayên kedxwer, cihêkar û talankirinê yên desthilatê dibin sedem ku mafên mirovî yên hemû pêkhateyên civaka ku hatine çewisandin ji wan bên stendin. Herwiha dibin sedema hejarbûn û têkdana xwezayê. Ji bo rizgarbûna ji vê rewşê dikare yekitiyek wiha bê avakirin ku baweriyê bide gel û bi vê yekê pêşî li rejîma tund bê girtin û rêya guherînkariyên demokratîk bê vekirin. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku divê hêzên sosyalîst, demkoratîk, çep û şoreşger bi hevbeşî tekoşîna xwe bimeşînin”
“Em dê rê û rêbazên avakirina pêkanîna demokrasiya herî berfireh, welatîbûna wekhev û têkoşîna hevbeş, ligel hemû kesên li Tirkiyê hatine cihêkirin, mexdûrkirin, jin, ciwan û têkoşerên xwezayê biaxivin. Em bi biryar in ku wek hêzên çep, sosyalîst, demokratîk û şoreşger berpirsyariya bikeve ser milê me pêkbînin.”
Partiya Çep a bi daxuyaniyekî ragihandibû ku ew tevlî civînê nabin ji ber ku naveroka wê hevgirtinê û detayên wê nayê zanîn.(AEK/AY)