Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nivîskar Elîf Şafakê ji bo stranbêja kurd Nûdem Dûrakê daxuyaniyek weşandiye.
Dûrak ji ber ku stranên kurdî strîne, di sala 2015an de hatibû girtin û bi îdiaya ku “endama rêxistina terorê ye” ew bi 19 sal cezayê girtîgehê ceza kiribûn.
Şafakê gotiye ku Nûdem Dûrak hunermendeke gelekî jîr û jêhatî ye: “Nûdem Dûrak jineke wisa ye ku li dijî gelek zehmetiyan li ber xwe daye. Ji ber bi kurdî stran strîne, bi 19 sal cezayê girtîgehê ceza kirine. Xweîfadekirina bi zimanê dayika xwe çawa dibe sûc? Ez hêvî dikim ev neheqî bidawî bibe, bila azad bibe.”
Gelek navdaran piştgiriya Dûrakê kiribû
Nûdem Dûrak niha li Girtîgeha Tîpa Myê ya Baybûrtê tê girtin. Beriya niha nivîskar Ece Temelkûran, Pinar Selek û Asli Erdogan jî di nav de komeke navdaran ji bo azadiya Dûrakê kampanyayek dabû destpêkirin. Xelatgira Nobelê nivîskara fransizî Annie Ernaux, vokalîstê koma Pink Floydê Roger Waters, lîstikvanê Hollywoodê Mark Rûfallo û filozof Noam Chomsky jî di nav de gelek kesan piştgirî dabûn kampanyayê. (NT/FD)