Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku serokê Rêxistina TGSyê(Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê) ya Stenbolê Alî Açarî wek şahid îfade da dozgerê Doza Cumhuriyetê û ji ber gotinên wî Elîf Akgûlê dest ji endametiya dîwana birêvebiriya Rêxistina TGSyê ya Stenbolê berda.
Edîtora nûçeyên Azadiya Xwe-îfadekirinê ya bianetê, Elîf Akgûlê civînek li ser vê mijarê pêk anî lê dîwana birêvebir a TGSyê Açar ji birêvebiriyê neavêt. TGSyê bi tenê ew hişyar kir.
Akgûlê li hesabê xwe yê medyaya civakî sebebên helwesta xwe eşkere kir.
“Açar dema ku wek şahid çû serdozgeriyê wî minaqeşeya polîtîkaya weşanê kir.
“Ew kesê wek sîxuran îfade dayî niho bi nivîsên azadiya medyayê yên TGSyê poz dide”
Açarî ji bo dozgerî ev îfade daye:
“Ji bo nimûne zêdebûna nûçeyên li ser HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk) xwendekar aciz kirin. Ez jî wek kesek Atatirkparêz ji nûçeyên li ser Qendîl û PKKyê aciz bûm...”
(BK/MB)