Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
20emîn Xelatên Rojnamegeriyê ya Metin Goktepe li Navenda Çandê ya Bariş Mançoyê bi rêûresmekê ve hatin dayin.
Rêûresma xelatê di salvegera rojbûna nûçegîhanê rojnameya Evrenselê Metin Goktepe de hat dayin. Di dema rêûresmê de gelek rojnameger, Şaredarê Kadikoyê, hin siyasetmedar jî beşdar bûn.
Fadime Goktepe, dayika Metin Goktepe ji ber nexweşiya xwe îsal beşdarî rêûresmê nebû lê bi rêya videoyekê mesaja xwe rê kir û got ku “Metin di nava dilê min de ye û ez li wir im”.
Îsal li gel xelatên nûçeyên nivîskî, dîtbarî û ya foto û rojnamegeriya herêmî 3 xelatên taybet ên juriyê hat dayin.
Xelata rojnamegeriya herêmî ji Kovara izmir Life Deniz Çaba bi nûçeya xwe ya bi navê “Penaberî: Vê carê ew behs dikin” wergirt ku di Gulana 2016an de hatibû weşandin. Xelata fotografê wênegir Tamer Arda Erşin wergirt ku bi fotografê xwe yê bi navê “Na em naçin” stand. Erşin wêneyê xwe di dema protestoya akademisyenên bi KHKê ji Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin de kişandibû ku polîsan bi segan mudaxele dikir.
Elif Akgul – Canan Coşkun: Ji bo rojnamegerên girtî û hevalên Hrant
Ji bianetê Elif Akgul û ji rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun bi nûçeya xwe ya dosyayê xelata taybet a juriyê wergirtin. Akgul û Coşkunê derbarê doza kuştina Hrant Dink de nûçeyek amade kirin û di navbera 18 û 20ê Rêbendana 2017an de di heman demê de him di bianetê him jî di Cumhuriyetê de weşandin. Coşkun wiha axivî:
“Heke ji bo ku rojnamegerî dikir nehatiba kuştin Metin Goktepe, em bawer dikin ku wê bi Ahmet Şik re hevalê girtîgehê bû ya.”
Elif Akgul jî got ku wê silav ji hevalên Hrant anî ye û axavtina xwe bi van gotinan berdewam kir:
“Em di demeke wisa de dijîn ku rojnameger li ser rojnamegerên din îfadeyê didin û bi vî awayî bilind dibin. Hrant jî bi vî awayî hedef hatibû nîşandan, wiha hat kuştin. Di nava failên wî yên ku rê nîşan dan de rojnameger jî hebû.”
(TP/HK/FD)