Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Elektrîka mala Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî qut kirine. Kiliçdaroglûyî beriya niha gotibû ku "Heta biryara zêdekirina bihayan bi şûn de nekişînin, ez ê fatoreyên xwe yê elektrîke nedim."
Kiliçdaroglûyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsandiye: "Hevjîna min gaveke berê ji min re got, îro elektrîka me qut kirine. Ji bo milyonên ku rastî vî tiştî dibin, ez derketim rê. Ev çalakiya min ne banga çalakiya nêîteatkirinê ye. Ev berxwedaneke. Çalakiya min ji bo bibe dengê wan malbat û zarokên vî welatî ku di tariyê de dimînin."
Eşimden az önce haber geldi, bugün elektriğimizi kesmişler. Buna maruz kalan milyonlar için çıktım bu yola. Bu eylemim bir sivil itaatsizlik çağrısı değildir. Bir direniştir. Eylemim ülkenin karanlıkta kalan ailelerine, çocuklarına ses olmak içindir. pic.twitter.com/Gw1FYzVm2S
— Kemal Kılıçdaroğlu (@kilicdarogluk) April 21, 2022
Beşek ji axavtina Kiliçdaroglûyî wiha ye:
"Min gotibû ku ez ê li dijî vê sîstema eşqiyayan, fatureya xwe nedim. Ne ku nikarim bidim, ez dikarim bidim lê min xwest di vî şerê ji bo nesîb û qismetê de cihê min diyar bibe. Min xwest ku ez jî li sifreya Xelîl Îbrahîmî rûnêm, min neda. Min xwest ku bibim dengê kesên nikarin bidin. Ez bang li hemû gelê xwe dikim ku hûn vê evarê saet di 21.00ê de werin ber ekranên xwe da ku em bipeyivin bê ka em ê ji niha û pê de çi bikin. (AÖ/FD)