Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şerê ku Rûsyayê Ûkrayna dagir kir û destpê kir, îro (7ê Çiriya Paşiyê) di roja xwe ya 257an de ye.
Ji ber êrîşên Rûsyayê yên derbarê binesaziya sivîlan de, tê texmînkirin ku ziyan gihîştiye ji sedî 30ê binesaziya enerjiyê ya Ûkraynayê.
Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, li herêma Hersonê ya Rûsyayê ew dagir kiriye, ji destpêka şer heta niha, cara pêşiyê ye ku elektrîk qut bûye.
Rûsyayê di encama referandûmê de bi biryarnameyekê, Herson "dagir kiribû" û rêveberiyek ji bo wir tayîn kiribû. Rêveberiya Hersonê li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek weşandiye û gotiye, "Li dijî sê xetên enerjiyê yên li ser rêya Berîslav-Kaxovkayê êrîşên terorê pêk hatine. Di encamê de av û elektrîka bajar qut bûye."
Alîkarê Serokê Desteya Herêmî yê Hersonê diyar kiriye ku tevî navenda bajêr, 10 herêm ji êrîşê bandor girtine.
Rayedarên rûsî gotine ku ji bo herêma Hersonê bi şûn de bistîne, Ûkrayna dest bi êrîşeke duyem dike.
"Dibe ku hewce bike û em Kîevê bi temamî vala bikin"
Şaredarê Kîevê, paytexta Ûkraynayê, Vîtalî Klîçkoyî gotiye ku ger êrîşên Rûsyayê yên li dijî binesaziya enerjiyê bidawî nebe, ihtimal heye bi temamî elektrîka bajêr qut bikin.
Şaredar ji ajansa United News a ûkraynî re axiviye û ji gel xwestiye ku "navgînên şarjkirinê yên mobile û cilûbergên qalin bikirin."
Klîçkovî destnîşan kiriye ku dema elektrîk bi temamî qut bibe, divê niştecihên Kîevê tevî xizmên xwe, li derveyî bajêr bimînin.
Li gorî Peymana Cenêvê, dewletên êrîşkan, divê li hedefên ku ihtimal heye di encama êrîşên wir de sivîl ziyanê bibînin, nedin. (SD/FD)