Fotograf: BipHoo Company / flickr.com
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Doza ku têkildarî betalkirina welatîbûna Jûlîan Assange, damezrînerê WîkîLeaksê duh li Dadgeha Pîchîncha ya ku li Qûîto, paytexta Ekvadorê ye pêk hatiye. Dadgehê welatîbûna Assangeyî ku di sala 2018an de girtibû, betal kiriye.
Dezgeyên edlî yên Ekvadorê biryara betalkirinê bi fermî gîhandiye Assangeyî.
Carlos Poveda, Parêzerê Assangeyî daxuyanî daye û gotiye, doza ku têkildarî betalkirina welatîbûna Assage li gorî esasê nehatiye birêvebirin û destûr nedane miwekîlê min tevlî danişînê bibe.
Poveda bi bîr xistiye ku roja ku dadgeh bûye pirsgirêkê tenduristî yê Assage hebûye û ji azadiya xwe bêpar maye û ew ê serî li dadgeha bilind bide û ji bo ku bi berfirehî biryarê aşkere bikin.
(HA/AY)