Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Ekvadorê, welatê Amerîkaya Başûr, jinan çalakiyeke girseyî li dar xistiye û kuştina jinan protesto kiriye.
Li gorî daneyan ji serê sala 2022yê heta niha bi kêmanî 206 jin hatine kuştin.
Bixwîne - Raporên tundkariya mêran ên bianetê
Bi sedan jin li paytext Quitoyê hatine ba hev û tundkariya mêran û kuştinên jinan protesto kiriye. Jinan di dema çalakiyê de slogana “em dixwazin bijîn” berz kiriye. Her weha kaxiz bilind kirine ku li ser wan “Baş li min binêrin, dibe qurbana di dorê de ez bim” nivîsîne.
Xwenêşandan piştî ku parêzer Maria Belen Bernala 34 salî di encama tundkariya mêran de hate kuştin, rû dane.
Li gorî nûçeya MAyê, Bernal di 11ê Îlonê de ji Dibistana Bilind a Polîsan derketiye û çûye serdana German Caceresê pê re zewiciye. Piştî vê serdanê jî German Caseres winda bûye.
Malpera nûçeyan a bi navê WIONê jî di nûçeya xwe de diyar kiriye ku Belen dema çûye hevjînê xwe bibîne, ketiye qereqola polîsan û paşê winda bûye. Polîsan hevjînê Bernalî weke serekguman desteser kiriye û mêrê faîl hîna nehatiye girtin.
Serokomarê Ekvadorê Guillermo Lassoyî piştî bûyeran ferman daye ku du general û Wezîrê Karûbarên Hundir Patricio Carillo ji kar bên dûrxistin.
Li gorî daneyên saziyeke civaka sivîl a ku çavdêriya tundkariya zayendî dike, mêran ji serê salê û vir ve bi kêmanî 206 jin kuştine. Buroya Serdozgeriyê diyar kiriye ku ji sala 2014ê û vir ve 573 jin û zarok hatine kuştin. (SD/FD)