Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ekrem Îmamoglû, namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Rêkeftina Miletî, îro çûye Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê û ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr mezbateya xwe wergirtiye.
Engîn Altay, Serokê Wekîlê Koma CHPyê saet di navbera 17.00ê de gotiye ku Ekrem Îmamoglûyî ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr mezbateya xwe standiye.
Îmamoglû wê ji edliyeyê biçe Saraçhaneya Fatîhê ku avahiya Şaredariya Bajarê Mezin li wir e. Wê li vir wezîfeyê ji Şaredarê berê yê Bajarê Mezin bigire û daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Gelek CHPyiyan li ber avahiya edliyeyê pêşwaziya Îmamoglûyî kiriye.
Pêvajoya hejmartina dengên hilbijartina herêmî îro di saetên sibehê de li Maltepeya Stenbolê qediya ye. Paşê jî zabitnameyên dengan şandibûn Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr. (AS/FD)