Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berbijarê hilbijartina Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê, Ekrem Îmamoglu piştî encamên nefermî axivî û ji Stenbolîyan re spas kir.
“Îmamoglûyî diyar kir dema ferqûcidayîyê bi dawî bûye.
“Partî ne armancek in, ew diguherin. Ji bo xizmetê alav in.
“Wek partîyan lîder jî ne pîroz in cihê lîderan ne ew e ku li ser serê gelî bisekine. Karê wan ew e ku di nav gelî, de bin.
“Ez li hemberî vê qedirdayinê xwe ditewînim. Ji bo ez mehçûb nebim ez ê gelek bixebitim.
“Ez spasîya hevrikên xwe dikim ku di demokrasîyê de hevrikî kirin.
“Êdîm em dixwazin dest bi pêvajoyeka nû bikin.
“Ez dixwazim bangî serokkomarî bikim... Ez amade me bi hevahengî bi cenabê te re bixebitim û xizmeta gelî bikim.
éEz dixwazim cenabê te bibînim, behsa projeyên xwe bikim û guhdarîya pêşniyarên cenabê te bikim. ”
(AS/MB)