Di van demên dawî de ji herêma Botan, Amed, Dêrsimê heta gelek bajarên din talankirina xwezayê û pê re girêdayî jî kerasetên ekolojik zêdetir dibin. Di encama kiryarên projeyên mîna HES, lêgerînê madenê, şewatên li daristanan û hwd bi dehan dar û daristan tên tunekirin.
Hefteya me li pişt xwe hiştî jî bi dubûyerên mîna daxwaza çêkirina madenê ya li navçeya Pasûrê û bi şewatên li daristanên Dêrsim û Îzmirê derbas bû.
"Ji bo berjewendiyan êrişî xwezayê dikin"
Têkildarî talankirina xwezayê û şewatên li dar û daristanan ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çîte bi bianet kurdiyê re axivî.
Aktivîsta ekolojiyê Leyla Çîte di destpêkê de behsa sedemên talankirina xwezaya li herêmê kir û dazanîn ku texrîbata li erdnigariya Kurdistan û Tirkiyeyê encamên aqilê serdest ê ku xwe li ser xweza û jiyana mirovan ferz dikê ye’ û wiha pê de çû:
“Qeyrana civakî û yên ekolojiyê bi hev re kur dibin ji ber ku bi hev re tên desteserkirin. Di salên 1980-90î de bi pratîkên polîtîkayên şer ku ji bo bendav bên çêkirin û xweza dihat şewitandin, gel dihat koçberkirin. Di roja îroyîn de jî bi hevkariya desthilatdarî- şîrketên heyî lêgerînên madênê, HES, RES, projeyên lêgerîna niftê ev politika xwe nîşan didin. Ev hemû êrîşên li ser xwezayê ku bi armanca parastina berjewendiyên aborî, qezenc û hêza siyasî, zerareke ku bê veger li jiyanê û hevsengiya ekolojîk dixe.”
“Gelek mînakên madena sîyanûrê ku zirarê dide avê çandinî û hewayê demên berê de pêk hatin û aktivîstan li dijî van madenan lê ber xwe dan. Daxwaza çêkirina bendav û lêgerînên madenê, gelek gundan ji xweza û çandiniyê vediqetîne û berê gundiyan dide bajaran, li vir wan bi karên erzan re rû bi rû dihêle. Îro kesên ku ji bo maden li Hesendîna Pasûrê çênebe; li ber xwe didin, şêniyên Pasûrê yên ku di salên 90î de ji wir hatin koçberkirin. Naxwazin xwezaya wan were talankirin û dixwazin vegerin gundên xwe cih warên xwe.”
"Daristan ne tenê hebûna xwezayî ye"
Lêylayê di berdewama axaftina xwe de bal kişand şewatên li nav dar û daristanan û wiha got:
“Tê zanîn ku daristan di nav ekosîstemê de ya ku herî zêde xwedî cureyên nebatan e û di parastina germahiya cîhanê de rolek pir girîng dilîze. Daristan ne tenê hebûna xwezayî, di heman demê de hebûnek çandî, çîrok, bîranîn û qada dîrokî ya bajarê ku tê de ye jî pêk tîne.”
Di encama şewata daristanan de hêzên parastinê yên ser erd û binerd ên axê ji holê radibin û ji ber karesatên xwezayî yên weke şimitîna axê, lehî û berfê re rû bi rû dimînin û xweparastina xwezayê jî bi awayekî ji holê radibe. Piştî şewata li daristanan carinan bi dehan sal şûn de encex daristaneke careke din şîn dibe. Em dizanin ku piştî şewatên li herêmên wek Ege û Behra Spî di mehên havînê de, qadên daristanê li benda vê dema ku daristan ji nû ve şîn bidin neman û yekser ji bo çêkirina otêl û îhaleyan ev qad hatin vekirin. Yanî em dibînin ku faîl û kesên kar dikin heman kirde ne.
"Şewatên li Kurdistanê polîtîk in"
“Dema em bala xwe didin şewatên li erdnîgariya Kurdistanê jî mirov dibîne ku polîtîk in û bi armanca erdnîgarî bê henase bimîne, pêk tên. Tenê li Şirnexê di van çend salên dawî de ji sedî 10 daristanên wê hatin birîn û şewitandin. Ev encam ji bo tevahiya ekosîstemê wê encamên pir xerab bi xwe re bîne. Di şewata herî dawiyê ya ku TEDAŞ faîlê wê bû de li ber çavên her kesî xweza, zindî û ajal ber bi mirinê hatin hiştin. Balafireke tenê jî nerabû û nehiştin ku ambulansin têkevin gund. Ligel van sedemên heyî di mehên havînê de ji ber gelek sedemên din jî şewat derdikevin divê li hember van şewatan, hemû amûrê mûdaxaleyê amade bin.”
"Divê jiyana ekolojîk em dewlemend bikin"
Endama Komeleya Ekolojiyê Leyla Çîte di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo hişmendiya serdest û mêrperest a kapîtalîst, tevahiya cure û dewlemendiya jiyanê ji bo wan amûreke mijokdariyê ye û ji bo parastina xwezayê û ev tişt anî ziman:
“Li hemberî vê feraseta mijokdar divê em di parastina mafê xweza, jiyanê û azadiyê de bi israr bin. Divê her herêmek li dijî hemû êrîşên ekolojîk û civakî bi fikir, zanîn û berxwedana xwe têbikoşe. Dema em dengê xwe bilind dikin û li dijî tunekirina ekolojîk têdikoşin, divê em jiyana civakî ya ekolojîk a ku ji me ne dûr e jî bi bîr bînin û dewlemend bikin. Divê em wê hafizeya 20-30 berê ku li gundan bi xwezayê re û di nav xwezayê de me berdewam dikir, bînin bîra xwe û bi heman bîrê li gund, bajar û taxên xwe bi hev re ava bikin.”
(WT/AY)