Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duh (17 Çiriya Paşiyê ya 2018ê) di saetên êvarê de piştî Yigit Ekmekçi Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolu Kulturê û Ali Hakan Altinay endamê Lijneya Rêveberiya Anadolu Kulturê piştî îfadeyên wan hatine standin, hatine berdan. Ekmekçi û Altinay ji wan 13 navan bûn ku 16ê Çiriya Paşiyê di saetên sibê de polîsan girtibûn ser malên wan û ew desteser kiribûn.
Bixwîne - Prof. Dr. Turgut Tarhanli, Asena Gunal, Bora Sari û Meltem Aslan serbest bûne
Duh di saetên şevê de dest bi standina îfadeya Çigdem Mater, Ayşegul Guzel, Yusuf Civir û Yigit Aksakogluyî hatiye kirin. Piştî îfadeya Mater, Guzel û Civir hatibû standin biryara serbestiyê ji bo wan hatiye derxistin.
Lê Yigit Aksakoglu ji bo ku bê girtin dozgeriyê ew şandiye dadgehê. Dadgehê biryara girtinê standiyê û Aksakoglu şandine girtîgehê.
Çi bûbû?
16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê polîsan operasyon biribûn ser du akademisyenan û xebatkarên saziyên sivîl.
Li gorî zanyariyan di encama operasyonê de li gel Prof. Betul Tanbay akademisyena aştîxwaz a ji Zanîngeha Bogaziçiye û Prof. Tûrgût Tarhanli Dekanê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgiyê, Yîgît Ekmekçî wekîlê serokê lijneya rêveberiya Anadolû Kulturê, Ali Hakan Altinay endamê lijneya heman komeleyê, Asena Gunal koordînatora giştî ya komeleyê, Meltem Aslan Hevdîrektora Navenda Bîrê û midûra giştî ya berê ya Anadolû Kulturê, ji Anadolu Kulturê Bora Sari, Ayşegul Guzel, Hande Ozhabeş, Filiz Telek û Yigit Aksakoglûû produktor Çigdem Mater û Yûsûf Civir hatibûn desteserkirin.
Midûriyeta Emniyeta Stenbolê derbarê desteserkirina akademisyen û nûnerên saziyên sivîl de daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû.
Di daxuyaniyê de hatibû îdiakirin ku karsaz Osman Kavalayî çalakî birêxistin kirine û ew fînans kiriye. Kavala zêdetirî salekê ye ku bêyî îdianame derbarê wî de bê amadekirin di girtîgehê de tê girtin.
Di heman daxuyaniyê de hatibû îdiakirin ku ji bo 20 kesên li Stenbol, Edene, Antalya û Mûglayê biryara desteserkirinê hatiye derxistin. Navê 13 kesên ku hatine desteserkirin, hatibû belavkirin. Li gorî îdiaya Midûriyeta Emniyetê Kavala û 20 navên biryara desteserkirinê ji bo wan hatiye derxistin, bi hev re çalakî birêxistin kirine.
Ji 13 kesên ku 16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê hatibûn desteserkirin, Prof. Dr. Turgut Tarhanli, Asena Gunal û Bora Sari, Meltem Aslan û Hande Ozhabeş heman rojê di saetên şevê de serbest mabûn.
Prof. Dr. Betul Tanbay, dersdêra Zanîngeha Bogaziçiyê jî 17ê Çiriya Paşiyê piştî îfadeya xwe daye, hatibû berdan. (EMK/FD)
Foto: Yasemin Bektaş