Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêvebiriya Giştî ya Emniyetê(EGM) ragihandiye ku ji ber parvekirinên têkildarî erdhejê yên li ser platformên medyaya civakî hesabên 274 bikarhêneran hatine tespîtkirin. 31 kes hatine desteserkirin. Ji wan 9 kes hatine girtin.
Di daxuyaniya nivîskî ya EGMyê de hatiye diyarkirin ku bi îddaya ku li ser platformên medyaya civakî “ji bo tirs û xofê li ser welatiyên me çêkirine, parvekirinên provokatîf kirine” hesabên 274 bikarhênerên medyaya civakî hatine tespîtkirin û ji bo yekineyên pêwendîdar hatine şandin.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Li gorî teblîgatên ku li Serdozgeriyên Komarî hatine girtin 31 kes desteserkirine û ji wan 9 kes hatine girtin. Derbarê bikarhênerên din de kar û barên qanûnî didomin.”
Her weha 24 malperên înternetê yên ji bo sextekariyan hatine çêkirin, girtine. Derbarê 4 hesabên medyaya civakî yên ku navên saziyên fermî teqlît kirine û pere ji welatiyan xwestine de kar û barên qanûnî hatiye destpêkirin.
(EMK/AY)