Rêvebirê Lîseya Fenê ya Panosê M. Akif Dadaş bi gotinên zayendperest ji dersdêrekê ducanî pirsa, "Tu çawa ducanî dibî?" kiriye û xwendekarên keç ên voleybolê dilîzin bi “bênamûsiyê” sûcdar kiriye. Egîtîm Senê têkildarî gotinên zayendperest yên wî rêvebirî daxuyanî da û xwest ji wezîfeyê were girtin.
Gotinên ku rêvebir li hember dersdêrek ducanî û xwendekarên keç bikar tîne, hem di warê jiyana karî de û hem jî di jiyana perwerdehiyê de weke mînakeke berbiçav a cudakariya li dijî jinan tê dîtin.
Di daxuyaniya Egîtîm Senê de wiha hatiye got:
“Ev helwesta ku bi taybetî beşdarbûna xwendekarên keç di çalakiyên civakî yên weke werzîşê de weke “bênamûsiyê” bi nav dike, nîşaneya zihniyeta baviksalarî ye ku armanca wê vederkirina jinan ji jiyana civakî ye.
“Gotinên bi vî rengî ne tenê pirsgirêkek takekesî ye, encama perspektîfa zayendperestî ya ku di pergala perwerdehiyê de cîgir bûye û kêmasîya têgihîştina li mijara wekheviya zayendî ya civakî ye.”
"Ev bûyera ku li Lîseya Fenê ya Panosê pêk hat, careke din derdixe holê ku perwerde ji zanistiyê dûr ketiye û feraseta rêveberiya demokratîk kêm e.”
Divê demildest lêkolîn û lêpirsîn bê destpêkirin
“Eşkere ye ku divê li dijî helwestên zayendperest û cihêkar ên di perwerdeyê de gavên bi bandortir bên avêtin. Di vê bûyerê de divê demildest derbarê Rêvebirê Lîseya Fenê ya Panosê de lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin û ji kar derxistina wî bê misogerkirin. Divê saziyên perwerdehiyê cihên ku wekhevî, azadî û rêzgirtinê lê tê fêrkirin bin, ne yên ku cudakariyê li şexsan dikin an zexta civakî pêk tînin bin."
(EMK/AY)