Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
EGITIM-SENê ragihand ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê 136 endamên wan ji wezîfeyê hatine dûrxistin û diyar kir ku dewsa kesên ku ji wezîfeyê hatine hilanîn de wê xebatkarên demkî werin wezîfedarkirin û bo wan yekan bertek nîşan dan.
Di wê daxuyaniya EGITIM-SENê de wiha hat gotin:
‘Em sendîqeyeke wisa ne ku me heta vê demê nerazîbûna xwe li hemberî kopyayên ezmûnan, bidestxisina saziyên dadê û medyayê, rantên ku kirine bin xizmeta wan, li wargehên xwendekaran îhyabûna wê cemaetê her tim anîye ziman û me li dijî wan yekan ber xwe jî da. Her çiqas ku rewş wiha be jî nav û endamên sendîqeya me bi wê rêxistinê re tînin ziman û ev yek jî bi ti awayî nayê qebûlkirin.’
‘Îstîhdamkirina bêewle nayê qebûlkirin’
Di wê daxuyaniya EGITIM-SENê de hat gotin ku ‘mamostetiya demkî’ ji hêla jiyan û berdewamiya xebatê bê ewle ye û got: ‘MEBê jikardûrxistina bi hezaran însanê ji bo îstîhdamkirina xebatkarên demkî weke firsend dibîne. Behskirina xebatkarên demkî jî nîşan dide ku ew kesên ku ji karên xwe hatine dûrxistin, wê êdî nikaribin vegerin.’
‘Careke din ji nû ve anîna ‘ezmûna devkî’ ji bilî kadrobûyînê ti emcameke baş nade û ev yek jî nîşan dide ku hukimet liyakatê na, îtaetê ji xwe re dike bingeh.’
Rewşa zanîngehên ku hatine girtin
Di wê daxuyaniyê de hat ragihandin ku kedkar û xwendekarên zanîngehên ku hatine girtin, di nav fikar û nediyariyeke mezin de ne.
(NV/YO)