Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EFJ) bang kirin ku nûçegihanên Evrenselê Cemîl Ugur û Halil Îbrahîm serbest werin berdin.
EFJê bibîr xist ku her du rojnameger 15 roj in li Mêrsînê binçavkirî ne, rastî heqaret û gefxwarinan tên û derbarê wan de polêsên Mêrsînê ti agahî nadin.
Her du rojnameger li Mêrsînê dema çalakiya ‘nobedariya azadiyê’ ya ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dişopand, di 23ê Tebaxê de hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya EFJê de wiha hat gotin:
“EFJ ji ber rewşa rojnamegeran ya niha, dirêjkirina dema binçavkirinê, heqaret û gefxwarinên ku rojnamegeran rastî lê tên gelek bi fikar e.
“Rojnamegerî ne sûc e û rojnameger ji bo agahiya rast ragihînin gel, dixebitin.
“Divê hukimeta Tirkiyeyê demildest hevpîşeyên me yên Cemîl Ugur û Halil Îbrahîm serbest berdin û derbarê heqaret û gefxwarinên di binçavkirî bûn rastî lê hatine de lêpirsîn vebikin.”
(EKN/YO)