Edouard Phillippe, Serokwezîrê Fransayê dest ji wezîfeyê kişandiye
Edouard Phillippe, Serokwezîrê Fransayê ji ber ku di rêvebirina pêvajoya şewba Covîd-19ê de kêmasiyên wî hebûne, dihate rexnekirin. Koşka Elyseeyê ragihandiye, Edouard Phillippe, Serokwezîrê wî welatî îstîfa kiriye.
![Edouard Phillippe, Serokwezîrê Fransayê dest ji wezîfeyê kişandiye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/226/835/original/fransa.jpg)
Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daxuyaniya Koşka Serokatiya Fransayê, Serokwezîr Edouard Phillippe û hukumeta wî îstîfaya xwe pêşkeşî Emmanuel Macron kirine û Macron jî îstîfayên wan qebûl kiriye.
Di daxuyanîyê de sedemê îstifayê nehatiye aşkere kirin û hatiye gotin, Edouard Philippe dê heta dema pêkanîna hikûmeta nû li ser karê xwe berdewam be.
Hukumeta Fransayê ji ber ku di rêvebirina pêvajoya şewba Covîd-19ê de kêmasiyên wî hebûne, dihate rexnekirin. Serokwezîr Phillippe ketibû hedefa rexneyan û derbarê 63 wezîran de gilî hatibû kirin. (PT/AY/FD)