OHO 2017
Edîtorên bianetê behsa Nûçegîhaniya Zayenda Civakî kirin
![Edîtorên bianetê behsa Nûçegîhaniya Zayenda Civakî kirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/188/023/original/oho.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Editora bianetê ya nûçeyên jinan û LGBTIyan Çîçek Tahaoglû û ya nûçeyên azadiya xweîfadekirinê Elîf Akgulê bi mînakên ji bîanetê û medyaya belavbûyî, ji namzetên rojnamegeriyê re behsa nûçegîhaniya zayenda civakî kirin.
Akgul û Tahaoglû behsa ziman, newekheviya temsîlkirine û hişmendiye xwecih kirin û nîqaşa veguherandina zimanê zayendî ya medyayê bi nûçegîhaniya jinan û LGBTIyan kirin.
“Jin û LGBTİ kengî dibin mijara nûçeyan?”
Akgul û Tahaoglûyê di axavtina xwe de bersiva wan pirsan dan ku “Jin û LGBTİ çima nabin mijara nûçeyan? Jin û LGBTI kengî dibin mûçe? Dema nûçegîhaniya zayendî ya civakî tê kirin divê li çi baldar bin?”
“Nûçegîhaniya zayenda civakî ne tenê ew tişte ku ‘nûçeyên di nava wan de jin û LGBTI derbas bibin’. Em di nûçegîhaniya zayenda civakî de jinan û LGBTIyan dixin navenda nûçeyê de. Em di hişê xwe de digirin ku hemû nûçe bi jinan û LGBTIyan jî re jî eleqedar e û di her cure nûçeyên ji sporê heta jiyanê, ji aboriyê heta siyasetê ve pirsên weke ev mijar wê bandoreke çawa li ser jinan û LGBTIyan bike, jin û LGBTI di vê mijarê de çi difikirin bikin û di nûçeyên xwe de bersivê bidin van pirsan.” (HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)