Polîs danê sibehê çûn mala edîtorê Gerçek Gundemê Furkan Karabay û ew desteser kirin.
Polîsan Karabay birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê û li dozgeriyê îfadeyê dide.
Têkildarî mijarê DÎSK Basin-Îşê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da û got: “Navê Fûrkan Karabay di nûçeyên girîng ên wekî nêlirêtî û îdiayên bertîl ên qada darazê, cînayeta Hablemîtoglû û hwd. de derbas bû. Fûrkay Karabay îro serê sibê di serdagirtina malê de hate desteserkirin. Rojnamegerî ne sûc e. Karabay bila demildest were berdan."
Karabay ji ber parvekirinên derbarê Alîkarên Wezîrê Dadê, Akin Gurlek û Hasan Yilmaz û Endamê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Îrfan Fîdan de bi îdîaya "heqarete" tê darizandin.
(HA/AY)