Xelatgirên 27emîn Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepeyî diyar bûn.
Pêşbirk bi armanca ku Goktepeyî bibîr bînin û rojnamegerên ciwan arasteyî nûçegîhaniya rastiyan nîşan didin bikin ji sala 1998an ve tê li dar xistin.
Xelatgir dê di 10ê Nîsana 2024an de roja ji dayîk bûna Metîn Goktepeyî de bi merasîmeke xelatên xwe werbigirin.
Xelat ji aliyê jûriya ku ji Banu Guven, Filiz Gazi, Hakkı Ozdal, Nazim Alpman, Pinar Ogunç, Sorel Dagistanli, Tuluhan Tekelioglu, Yetvart Danzikyan pêk dihat, hatin diyarkirin.
Edîtorê bianetê Adal jî xelat stend
Di pêşbirka îsal di beşa Nûçeyên Nivîskî de juriyê du xelat dan. Havva Gumuşkaya bi nûçeya xwe ya “Karker bi zanebûn jehrî kirin (İşçiyi bile bile zehirlediler)” ku di 15ê Kanûna Paşiya 2023an de di Bîrgunê de hatibû weşandin xelat wergirt.
Hîkmet Adal jî bi nûçeya xwe ya “Şahidê di zêdetirî 600 dosyayan de cih digire: Umît Umît Akbiyik (600'den fazla kişinin dosyasında tanık olan bir isim: Ümit Akbıyık ) ku di 26’ê îlona 2023’yan di Bianetê de hate weşandin ji heman beşê xelat girt.
Xelata taybet a jûriyê
Juriyê di beşa Nûçeyên Nivîskî de ji bo rêzefîlmê ku edîtorê rûpelên ermenîkî yê rojnameya Agosê û wênekeşê qidemdar Berge Arabian li Ermenistanê kişandibûn jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hate dîtin.
Murat Uysal jî bi nûçeya xwe ya “Çîroka me pêşmalkên li ser me ye, çîroka berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê (Hikayemiz üzerimizdeki önlüklerimiz, Özak Tekstil işçilerinin direniş öyküsü)” ku di 6’ê adara 2024’an di Evrenselê de hate weşandin jî di beşa Nûçeyên Bidîmen de hêjayî xelatê hate dîtin.
Têkoşîna Dayîkên/Mirovên Şemiyê
Di beşa Nûçeyên Bidîmen de juriyê Xelata Taybet a Juriyê da nûçeya Ferhat Yaşar û Burak Karaman a “Dayikên Şemiyê: Dema hûn vê vîdeoyê temaşd dikin em ê di bin çavan de bin (Cumartesi Anneleri: Siz bu videoyu izlerken biz gözaltında olacağız) ku di 1’ê tîrmeha 2023’yan di Gazeta Duvarê de hate weşandin.
Xelat dan fotografa Samandagê
Xelata Wêneyan a di pêşbirka îsal de Kazim Kizil bi wêneyê xwe yê di 16’ê sibata 2024’an de li navçeya Samandag a Hatayê kişandibû bû yekemîn.
Xelata rojnamegeriya herêmî
Di beşa Xelata Rojnamegeriya Herêmî de Sînan Aygul bi nûçeya xwe ya têkildarî nelirêtiyên Şaredariya Tetwanê ku di Bitlis Newsê de hatibû weşandin bû yekemîn.
Xelat dan Metîn Cîhan û ‘Karkera Jin’
Juriyê îsal biryar da ku du Xelatên Taybet ên Juriyê yên din jî bide. Rojnameger Metîn Cîhan ku derxistibû holê ku dema Îsraîlê Xeze bombebaran dikir, kurê serokkomar Tayyîp Erdogan ê bi navê Ahmet Burak Erdogan sewqiyat ji Îsraîlê re dikir, hêjayî Xelata Taybat a Juriyê hate dîtin.
Juriyê, Kadin Îşçi ku di nûçeyên xwe de li ser keda jinê disekine jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.
(AO/AY)