Hesabên Xê yên edîtorê azadiya derbirînê yê bianetê Hikmet Adal û rojnameger Tugçe Yilmaz, Onur Dalar, Furkan Karabay, Dinçer Gokçe û Esra Tokatê hatin astengkirin.
Fermanên astengkirinê di nava pêleke berfirehtir a sansûra online de hatin ku di hefteyên dawî de li Tirkiyeyê bi qedexekirina bi sedan hesabên medyaya civakî re rû da. Ev pêl di 12ê Îlonê de bi operasyonên li dijî LGBTİ+yan dest pê kir û bi hesabên ku parvekirinên têkildarî krîza fonan dikin, berdewam kir.

13 rêxistinên çapemeniyê ji bo sansûra li ser T24ê bertek nîşan dan
Rojnameger, akademîsyen û rêxistinên mafên mirovan jî di nav kesên ku bandor li wan bûye de bûn.
Dadgehan her wiha malpera înternetê û hesabên medyaya civakî yên malpera nûçeyan a serbixwe T24ê jî qedexe kirin.
Duh di saetên sibê de, dadgehekê biryara astengkirina gihîştinê ji bo hesaba Xê ya EngelliWebê jî da ku ew projeyeke sansûra online a li Tirkiyeyê dişopîne.
(HA/AY)
