Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegihana heman saziyê Pinar Gayipê piştî ku 7 rojan desteserkirî man, derketin pêşberî dadgehê û dadgehê biryara girtina wan derxist.
Polîsan 13ê Nîsanê li derdora saet 02.00ê girtibûn ser malên Gayip û Şahînê û ew desteser kiribûn. Gayip û Şahîn û Ferhat Pehivan endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst û Gulsen İmreya ku li Taxa Gaziyê hatibû desteserkirin, 19ê Nîsanê derxistin dozgeriyê.
Dozgerî bêyî îfadeya wan bistîne, bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” û bi daxwaza girtina wan, ew şandin Dadweriya Cezayan a Silhê ya Nobedar.
Dadweriyê ji bo Semîha Şahînê bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye û propaganda kiriye”, ji bo Pinar Gayipê bi îdiaya “endamarêxistinê ye”, ji bo endamê endamê SGDFyê Ferhat Pehlîvan û Gulsem Îmreyê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” biryara girtinê derxist.
Li gorî vê encamê hejmara rojnamegerên girtî ên ji li ETHAyê kar dikirin, derket 6ê.
Rojnamegerên girtî yên li ETHAyê kar dikin
Malpera ETHAyê ji 27ê Tîrmehê ya 2015ê û vir ve astengkiriye lê nûçeyên xwe li ser hesabê xwe yê facebookê belav dike. Edîtora ETHAyê Îsmînaz Temel, nûçegihan Havva Cûştan 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê, nûçegihan Alî Sonmez Kayar 6ê Sibatê hatiye girtin. Bi biryara girtinê ya Adîl Demîrciyî re hejmara rojnamegerên girtî yên ji ETHAyê gihişte çaran.
Bixwîne - Adîl Demîrcî, nûçegihanê ETHAyê hat girtin
Bi biryara girtinê ya ji bo Gayip û Şahînê re hejmara rojnamegerên girtî ên ji li ETHAyê kar dikirin, derket 6ê. (BK/FD)