Edîtora Ajansa Nuçeyan a Etkinê(ETHA) Pinar Gayip hat desteserkirin. Gayip li ser giliyê parêzer Sezgîn Keleş hatiye desteserkirin. Sezgîn Keleş bi tohmeta ku “êrişa zayendî” li stajyer kiriye 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birin. Rojnameger Gayip piştî îfadeya wê hat girtin, serbest bû.
Gayip li ser giliyê Keleş ji bo îfadeyê bide çûye Qereqola Polîsan a Şehît Sînan Acar a Kocamûstafapaşayê û li vir bi sedema ku derbarê wê de biryara zeftkirinê heye hatiye desteserkirin.
Gayip piştî kontrola tenduristiyê birin Edliyeya Anadolûyê ya Stenbolê. Her weha piştî îfadeyê li edliyeyê serbest bû
Sezgîn Keleş heta niha gelek caran giliyê Pinar Gayipê kiriye.
(HA/AY)