Edîtora bianetê Tugçe Yilmaz hat desteserkirin
Şêwirmenda Hiqûqî ya IPSê Aynur Tuncel Yazganê diyar kir ku di çarçoveya Xala 301em a TCKê de desterkirina Yilmazê bêisûl e û her weha ji ber ku naveroka dosyeyê nîşan nadin amadekirina parastinê jî asteng kirine.
Edîtora bianetê Tugçe Yilmaz di saetên êvarê de di dema GBTê de ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û ji bo îfadeya wê were girtin birin Qereqola Polîsan a Îskeleya Kadikoyê.
Tê payîn ku wê sibê Yilmazê ji bo îfadeya dozgeriyê bibin Edliyeya Anadolûyê ya Stenbolê. Her weha rojnameger Yilmaz dê tevahiya şevê li qereqola polîsan bê girtin.
Hat hînbûn ku Yilmaz wê li gorî Xala 301emîn a Qanûna Cezayê ya Tirk bê darizandin. Lêbelê, destûr nehat dayîn ku parêzerê Yilmazê naveroka dosyayê bibîne.
"Veşartina naveroka dosyayê û desteserkirin neqanûnî ne"
Şêwirmenda Hiqûqî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSê Aynur Tuncel Yazganê rexne li wê yekê girt ku parêzerên Yilmazê ji dosyayê nehatine agahdarkirin. Yazganê di bersiva pirsên me yên derbarê desteserkirina Yilmazê de got, "Ji ber ku sedema zeftkirinê bi awayekî berbiçav nayê diyarkirin û derfeta lêkolîna dosyayê nayê dayîn, hem mafê îtîrazkirina li dijî zeftkirinê tê sînordarkirin û hem jî derfeta berhevkirina delîlan û amadekirina parastinê nayê dayîn."
Aynur Tuncel Yazganê diyar kir ku di çarçoveya Xala 301em a TCKê de desterkirina Yilmazê bêisûl e û her weha ji ber ku naveroka dosyeyê nîşan nadin amadekirina parastinê jî asteng kirine.

Hat ragihandin ku Yilmaza ku şev li qereqola polîsan ma, ji bo îfadeya li dozgeriyê dê bibin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Lê bele Yilmaz sibehê bi girtiyên edlî re şandin Edliyeya Anadoluyê ya Stenbolê ya li Kartalê. Piştre dîsa birin Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê.
Li dozgeriyê diyar bû ku di 18ê Adarê de ji ber nûçeya Yilmazê ya bi sernavê "Türkiyeli Ermeni gençler anlatıyor: 109 yıldır süren yas" lêpirsîn lê hatiye vekirin û dosya du roj berê ji dadgehê re hatiye şandin û doz hatiye vekirin. Yilmaz ji vê yekê her weha têkildarî dozê nehatiye agahdarkirin.
Yilmazê di derdora saet 13:30an de dest bi îfadeya xwe ya li dozgeriyê kir. Yilmazê destnîşan kir ku wê hevpeyvîn bi du ciwanên Ermenî re kiriye û wê bi vê tu kes, sazî an jî dezgeha dewletê biçûk nexistiye. Wê behsa wê yekê kiriye ku ew hewl dide ku bûyerek ku di bîra civakî de cihê xwe girtiye, bi du çavkaniyan vegerîne rojevê.
Yilmazê got, "Tu têkiliya nûçeya min bi xala 301em a TCKê re nîne. Pîşeya min vê yekê ferz dike û mafên min ên pîşeyî ji hêla Destûra Bingehîn ve têne parastin. Min nûçe di vê çarçoveyê de çêkir. Min di nûçeyê de tene cih dayê gotinên kesên ku min hevpeyvîn pê re çêkiriye. Qesta min a ku ez neteweya Tirk an Komara Tirkiyeyê piçûk bixim nîne. Ez tohmetan qebûl nakim."
Mutlu Serbest yek ji parêzerên Yilmazê ye li ser isûlê axivî û xala 26em a Qanûna Çapemeniyê bi bîr xist û got ku dema 4 heta 6 mehan ji bo vekirina dozek giştî ji bo nûçeyên ku di rojnameyan de hatine weşandin derbas bûye.
Parêzer Elîf Ergînê jî got, "Muwekîla min rojnamevan e û hevpeyvîna ku tê nîqaşkirin di çarçoveya pîşeya xwe de çêkiriye.
Yilmaz piştî ku îfadeya xwe da dozger li Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê, hat berdan.
(AEK/VC/HA/AY)

