Pêvajoya derbarê rojnameger, nivîskar, helbestvan û karîkaturîstên ku roja Sêşema 26ê Mijdarê di çarçoveya lêpirsîna Eskîşehîrê de hatibûn desteserkirin berdewam dike.
Rojnameger Suzan Demîr, Tûgçe Yilmaz, Havîn Derya, Erdogan Alayumat, nûçegihanê wêneyan Bîlal Seçkin û wergêr Serap Guneş ku îfadeya wan bi dawî bû, şandin Dadgeriya Cezê û Aştiyê. Li benda biryarê ne.
Rojnameger Suzan Demîr, Tûgçe Yilmaz, Havîn Derya, Erdogan Alayumat, nûçegihanê wêneyan Bîlal Seçkin û wergêr Serap Guneş ku îfadeya wan bi dawî bû, şandin Dadgeriya Cezê û Aştiyê. Li benda biryarê ne.
Dozger xwest Tûgçe Yilmaz, Serap Guneş, Erdogan Alayumat û Mehmet Ûçar bên girtin. Her weha dozger ji bo Suzan Demir, Havîn Derya û Bîlal Seçkîn daxwaza şertê kontrola edlî kir. Li bende biryara dadgehê ne.
Tûgçe Yilmaz, Bîlal Seçkin, Suzan Demîr, Havîn Derya, Erdogan Alayumat û Serap Guneş bi biryara kontrola edlî hatin berdan, Mehmet Uçar û Bîlge Aksu jî hatin girtin.
Duh(28ê Mijdarê) di saetên êvarê de Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin (MKG) Sultan Mercen (Roza Metîna), karîkaturîst Dogan Guzel, nivîskar-werger Omer Barasi, Koordînatorê Pirtûkakurdî Baver Yoldaş, derhêner Ardin Diren, Abdurrahman Aydin, helbestvan Ahmet Hicrî Îzgoren, wênekêş Emrah Kelekciler û rojnameger Ahmet Sumbul bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Li Eskîşehîrê ji Kolektîfa Femînîstan Berfîn Atli, edîtorê Weşanxaneya Dîrektê Bûşra Şahîn û Mehmet Yaşar Abatan serbest bûn.
(HA/AY)