Ece di sala 2014an de li Şişli Halaskargaziyê dema ji bo kokoreç bistîne li ber rê disekine, texsiyekê bi suret li wê dixe û ew êdî seqet dimîne.
Bi piştevaniya Partiya Tevgera Karkeran (EHP) û Platforma Li Dijî Qetilkirina Jinan ve ji Almanyayê kursiyekê bi teker ya bi taybet jê re tê sitandin. Niha li kolanên Şişliyê li ser wê kursiya xwe çeqmaq, qelem û medîl difroşe ku debara xwe pêk bîne.
Erktoria platformeke proakatîfe ku li dijî gotin û naverokên zayendperest xebatan dimeşîne. Çend rojên ewil wan kampanyayek da destpêkirin û pereyê kirê ya salekê ji Ece hat komkirin.
Ew di 14 saliya xwe de ji Munihê hatiye Stenbolê. Heta vê rojê çi ji serê wê derbas bûye, derbarê Ulker Sokak, tecavuz, polîtîka û LGBTIyê de em pê re axivîn.
Dema me pirsen xwe ji metne derxistin, me dît ku çîroka Ece Devrîm bi xwe vedibêje derket holê. Me çend serenavan kir nav metnê û bi awayî em bi we re parv dikin:
Ji Munihê Ber Bi Stenbolê ve
Ez jinekê trans im û 50 salî me. Ez keça malbateke kedkar ku bi statuya koçberiyê çûne Almanyayê me. Di 14 saliya xwe de dema min bedena xwe nas kir, min dît ku ez ji kesên derdorê xwe cûdatir im.
Bavê min di nav malbatê de dîktator bû. Wisa bawer dikim ku ji ber wê di min de berxwedêriyeke li dijî dîktatoran ava bû.
Di nav dema borî de ez bi tercîha zayendî têgihiştim. Ji ber bavê min ê dîktator û zextên malbaa min, ez ji mal qetiyam. Bavê min ji bo min biduherîne, min birib3u cem psîkîyatrê. Bêjîşkê ji bavê min re got ku ev rewşa min naguhere. Wî jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê ez şandime Tirkiyeyê cem xizmên xwe.
3 sal ez di nav kolanan de mam. Gelek caran di kolanan de tecawîzê min kirin. Eger tu tans an kedkarê seksê bî, mêr mafê tecawizkirinê di xwe de dibînin.
Bavê min dîktator bû
Ez ewil hatim Îzmîrê û li cem xatiya xwe mam. Ez û kurxatiyê xwe, em ji xwe re digeriyan. Wî min dibir cihên cuda û di xwest kesayeta min hinek biguere. Qaşo dê min bikira mir û bo vê yekê min dibir pavyonan.
Li Îzmîrê ciheke bi navê Rota Club hebû. Zêdeyî kesên hevzayend diçûn wir. Rojekê min bire wir û jim re got, “Min zanî ku tarza te bi çi rengî ye”. Ez behsa salên 1982-84an dikim. Kurxatiyê min, ez siwarê otbusê kirim ku ez biçim Stenbolê û ji wir jî derbasî Almanyayê bibim.
Ez li Stenbolê di telefonê de bi bavê xwe re axivîm û min jê re got ku vaye ez li benda balafirê me û ez ê werim Almanyayê. Di telefonê de dîsa dîktoriya xwe kir, me şer kir û min jê re got, “ez nayêm”.
Ji wê rojê vir ve, ez hêjî bi bavê xwe re xebernadim. Bû 35 sal. Ji bo mirovahî û xatirê keç û bavtiyê, ez car caran lê geriyam, lêbelê wî bersiv neda min. Herî dawî dem amin qeza kir, li min geriya. Ji min re di telefonê de got “ez bavê te me”. Min jî jê re got, “kîjan bavê min”.
Min jê pirsî ka bo çi l imin geriyaye. Wî j imin re got ku dê biçe ûmreyê û dixwaze ez mafê xwe yê li ser wî helal bikim. Min jê re got, “Eger wicdana te qebûl dike ku ti vê yekê j imin dixwazî, vaye ez mafê xwe yê li te helal dikim”. Piştre wî j imin re got ku te qeza derbas kiriye, derbasî be.
Min bi kesê tecawîzê min kir re 2 salan derbas kir
Dema cara yekem tecawîzê min kirin, ez 15 salî bûm. Ez wê demê li Stenbolê di nav kolanan de dijiyam. Wê demê Cadeya Îstîklalê ji wesayîtan re jî vekiribû. 3 mêran tecaqwîzê min kirin û min bi yek jş wan re 2 salên xwe derbas kir. Ji ber ku wî min ji kolanan derxist.
Wê demê nû derbe hatibû kirin. Êdî hûn bînin aqlê xwe ka li Tirkiyeyê rewşeke çawa hebû. Niha kena min tê ji halê min ê wê demê re. Ji ber ku min neçarî 2 salê xwe bi kesê tecawîzê mink iriye re derbas kir. Navê wî Psîkopat Bulent bû. Li kolanan pirtûk difiroşand. Ji bo min li lokanteyekê karê firaqşûştinê peyda kir. Dew û dewran derbas bû û êdî ez li klupan de weke Dj xebitîm.
Li qereqola polîsan…
Rojek dema min li Balik Pazariyê kokoreç dixwar û min li wir çend jinên trans naskirin. Jinekê trans ku navê wê Canan bû, ez birim Kolana Purtelaşê. Ez neçar mam ku min dest bi kedkariya seksê kir. Piştre Mudirê Exlaqê ya Emniyeta Stenbolê avête ser mala me, em birin qereqolê û îşkenceyên cur be cur li me hat kirin.
Me dibirim Daristana Belgradê, li me dixistin, tecawîzê me dikirin, eşyayên me ji me distandin û me bi tazî li wir dihiştin û diçûn. Dema em bi wî halî vedegeriyana mala xwe dîsa tecawîzê me dikirin. Piştî ku kolanên Purletaş û Ulker ji hev hatin belav kirin, min careke din dest bi DJ’yê kir. Wê demê ez bûme endamê Partiya Azadî û Hevgirtinê (ODP) û min dest bi polîtîkayê kir.
Ki dixwaze bedena xwe bifroşe?
Di nav civakê jinên trans tenê ji ber kedkariya seksê tên sûcdarkirin. Lêbelê di nav jinên trans de gelek kesên xwendî hene ku naxwazin bedena xwe bifiroşin.
Ti kes naxwaze bedena xwe bifiroşe. Bêyî biryara mirovê dagirkerî li bedena wî tê kirin. Ti jineke trans xeyal nekiriye ku rojekê bibe kedkarê seksê.
Sîstem bes kedkariya seksê li jinên trans rewe dike. Ez ti wext kedkariya seksê qebûl nakim. Ji ber ku vê civak bi xwe dixwaze têgihiştineke wiha derxîne holê.
Ez derbarê faîşeyên trans, jigolo û kedkarên seksê re dibêjim “ew ji bo pereqezenckirinê bi darê zorê vî karî dikin”. Ji ber ku mafê herî sereke li wan hatiye qedexekirin, di nav jiyanê de nikarin nefes hilînin neçar mane ku vî karê bikin.
Herî zêde hişmendiya erkperset piştrgirî dide kapîtalîzmê. Ji ber vê yekê operayonên fiûşê herî zêde li dijî jin û transan tên kirin. Ti wext li dijî mêrên kedkarên seksê re operasyon nayê kirin. Ji ber ku halê sîstemê wiha ye.
Dema li hotelên herî lüks de fiûşê dikin, ji bo meran dibêjin zamparatî kiriye.
Min li dijî kedkariya seksê gelek ber xwe da
Ji bo ez bedena xwe nefroşim, min li dijî sîstemê ber xwe da. Ji firaqşogertiyê bigre heta DJ’tiyê ez lig elek cihan xebitîm. Ez çûme qursên IŞ-KURê û ez demekê bûme kedkarê tenduristiyê jî.
Berdevka Giştî ya Platforma Li Dijî Qetilkirina Jinan Dr. Gulsum Kav di dersan de alîkariya min kiribû. Min li Beykozê li nexweşxaneya ku zarokên bi sendroma down lê dihatin dermankirin de, staja xwe kir. Rêveberiya nexweşxaneyê ji xebata min gelek memnun bû. Ez 5 rojên hefteyê dixebitîm.
Lêbelê dema staj xelas min nekarî ez lê bixebitim. Ji bo kar min serî li gelek nexweşxaneyan da. Lê ji ber nasnameya min a transbûnê ti kesî kar neda min.
Mecbur mam ku min dîsa kedkariya seksê bikim. Piştî wê qezayê trafîkê, Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) j imin re vê kursiya seqetan sitand û ez niha hewl didim li kolanan bi firotina qeielm û mendîlan li ser piya bisekinim.
Sîstema dagirkeriyê ya herî mezin malbat e
Sîstema dagirker a herî mezin di nav malbatê de ye. Li gorî min eqrebatî çîrok e. Sîstem ji bo dakirkeiyê piştevaniya malbatbûnê dike.
Gelo çima dibêjin 3 zarok? Di roja îro de êdî şerên mezin destpê kir. Koleyên ji bo şandina şer pêwist e.
Ji bo dewamkirina sîstema kapîtalîs şer pêwist e.
Mixabin yên di şer de canê xwe ji dest didin jî, zarokên gel e.
Ez ne aktîvîsta LGBTIyê me, siyasetvan im
Di serî de kesên weke Demet Demir xwe feda kirine. Berdêlên giran hat dayîn. Lêbelê Demek ji ber mafparêziya LGBTIyan di zindanê de ma ye.
Tundî bi awayekî cur be cur di roja îro de jî dewam dike. Ez aktîvîsta LGBTIyê me, siyasetvan im. Ez di baweriyê de me ku ji bo divê ji bo mafê hemû gelen bindest berxwedan were kirin.
Îro naveroka komeleyên ku mafparêziya LGBTIyan dikin, ji hela sîstemê ve hatiye valakirin. Yên li dijî sîstemê ne jî yek bi yek tên girtin. Medyaya muxalif ku çok danayne jî tê girtin.
Navbera salê 1980 û 2017an de ti ferq nîn e. Rojnamegerên wê demê ji ber zextên siyasî nikarîbûn nûçeyên derbarê qetilkirina transan de çêbikin. Ji ber ku jinên trans polîtîze nîn in û xebatên komeleyên wan bêkêr e, wekê tevgera jinan nikarin xwe rêxistî bikin.
Ji bo hemû gelen bindest divê em ji vî dîktatoriyê re bejin na. Girseyeke mezin ku alîgirê hukimetê ye jî wê dengê na bidin. Kesên dibêjin na weke terorîst îlan dikin û bi vî awayî xebatê referandumê dikin. Tirs xistin nava dile gel. Wê rihê Geziyê di referandumê de xwe bide der. Em bêjin kesên bindest bila bibin yek. Ji şer re na, bijî aştî. Careke din dubare bikim ku ji bo dinyayeke azad em bêjin na.” (MD-EU/NU/HK)
Çîroka duyem - Şahîka: Me Di Serî de Malbata Xwe Gelek Kesan Wenda Kirin
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.