Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ebûbekîr Şahîn careke din bûye serokê Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK).
Ebûbekîr Şahîn di sala 2017an de endamê RTUKê bûye û di sala 2019an de jî weke serokê RTUKê hatibû hilbijartin. Ji ber ku dema wezîfeya Şahînî ya du salî qediyeya, îro li Lijneya Bilind hilbijartina serokatiyê û cîgiriyê pêk hatiye. Di encama hilbijartinê de Ebûbekîr Şahîn careke din bûye Serokê RTUKê.
Cîgirê serok hatiye guhertin
Li gor qanûna bi hijmara 6112an bi temambûna dema wezifeya serok ve ya cîgir jî diqede. Ji ber vê li Lijneya Bilind hijbijartinê cîgiriya serok jî pêk hatiye. Di encamê de Arîf Firtina bûye cîgirê serokê RTUKê.
(HA/AY)