Fotograf: bîanet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sezgîn Baran Korkmaz, Serokê Desteya Rêvebiriya SBK Holdîngê bi daxwaza Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) li Avûstûryayê hatibû desteserkirin. Serdozgeriya Ûtahê lîsteya hin mal û milkên Korkmazî kiriye dosyeya doza ku hê didome ya birayên Kîngston û Lev Aslan Dermenî.
Di lêpirsîna ku li Ûtahê birêve diçe de, “Têkiliyên bacê û pereyên ku bi rêya xapandinê bidestxistine yên Birayên Kingston û Lev Aslan Dermen (Levon Termendzhyan) tên lêkolînkirin.”
Li gorî nûçeya Çağil Kasapoglû ku li BBC Tirkî hatiye weşandin, di 17ê Hezîrana 2021an de dozgeriyê daxwaza destdanîna ser mal û milkên şirketa SBK USA Inc ku Dermen û Sezgîn Baran Korkmaz şirîk in, kiriye. Her weha di dosyeya dozê de Dermen bersûcê serekeye.
Îfadeya destpêkê ya Korkmazî
Ji rojnameya abcyê Serkût Bozyel û Alî Isiyel zanyariyên têkildarî îfadeya ewil ya Korkmaz ya ku li Avûstûryayê daye, bidestxistine. Bozyel û Isiyelî gotiye, Korkmaz di îfadeya xwe de behsa çerxa ruşvetan kiriye û gotiye tenê di cejnan de nêzîkî 3 mîlyon dolar ruşvet daye midirên Emnîyetan.
(DŞ/AY)