Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mike Pompeo ku Wezîrê Karên Derve yê DYEyê ye gotiye, me biryara xwe ya derbarê bicîkirina Cihûyan ku di dema Obamayî de hatibû eşkerekirin guhertiye.
Pompeo, "Gotina me ya ‘bicîkirina sivîlan li dijî huqûqa navneteweyî ye’ em nêzî aştîyê nekirin. Mixabin tişta eşkere ew e ku dê ev pevçûn ti carî bi huqûqê neyên çareserkirin, gengeşeyên bê ka kî mafdar e û kî neheq e dê çareserîyekê bi xwe re neyîne.”
Îsraîl pê “kêxweş bûye”
Îsarîl ji biryarê kêfxweş bûye û spasîyên xwe pêşkêşî rêveberîya Washingtonê kiriye.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahûyî jî daxuyandiye ku DYEyê bi vê biryarê xeletîyeke d3irokî rast kiriye û divê welatên din jî helwesteke wisa bidin ber xwe. .
Filîstîn: Li dijî huqûqa navneteweyî ye
Berdevkê Mahmûd Abbasî ku Serokê Filîstînê ye daxuyandiye ku ev biryar ji serî ta binî li dijî huqûqa navneteweyî ye.
Piştî ku Mike Pompeo ku Wezîrê Karên Derve yê DYEyê ye vê biryarê eşkere kiriye Balyozê DYEyê yê Qudûsê derbarê geşta Şerîaya Rojava, Qudûs û Xezeyê de hişyarîyekê belav kiriye.
Peywirdarên Filîstînî jî derbarê biryarê de gotine “Dîsa tevgereke wareste ya DYEyê ye”
"Fikra me û ya Serok Reaganî yek e"
Herwiha Pompeoyî gotiye fikra me û ya Ronald Reagan ku di sala 1981ê da Serokê DYEyê bû heman e û wiha berdewam kiriye:
”Divê pirsgirêkên qanûnî yên vê meseleyê ne li sazîyên navneteweyî, li dadgehên Îsraîlê werin çareserkirin. Ev tevgera DYEyê derbarê biryara dawî a DYEyê a ji bo Şerîaya Roajava da ne helwesteke pêşwext e.”
YE: Bicîkirin li dijî qanûna navneteweyî ne
Federica Mogherînîyî ku Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehîyê û Karên Derve yên YEyê ye jî daxuyandiye ku YEyê helwesta xwe ya derbarê vê mijarê da neguhertiye.
Di daxuyanîya nivîskî da anîye zimên ku “Helwesta YEyê ya li dijî çalakîyên bicîkirinê ên Îsraîlê yên li ser axa Filîstînê ku di kontrola Îsraîlê da ye nehatiye guhertin. Ev hemû bicîkirin li gorî huqûqa navneteweyî li dijî huqûqê ne û zirarê dide çareserîya navbera du dewletan”
(PT/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye.