Ofîsa Kontrolê ya Samanên Biyaniyan a Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê (OFAC) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de aşkere kiriye ku ji ber li ser navê Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamanay dixebite, wan navê Cewad Zerîf, Wezîrê Karên Derve li ser lîsteya mueyîdeyê zêde kiriye.
Donald Trump, Serokê DYAyê di 24ê Hezîranê de biryarnameyek îmze kiribû ku navê Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamanay jî di nav da bû û mueyîdeyên nû ragihandi bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, li gorî vê biryarê hatibû diyarkirin ku şexs an jî saziyên ji bo Xamaneyî dixebitin jî wê li ser lîsteyê bêne zêdekirin.
Zerîf: Ti mal û milkên min li derveyî Îranê nîne
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîfî li ser biryara DYAyê gotiye, ji ber ku li dervayî Îranê milkê wî tuneye, wê ti bandoreke vê biryarê nebe.
Zerîfî li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî biryara DYAyê daye û wiha gotiye:
"Gelo ji ber ku ez li tevahiya dinyayê berdevkê giştî yê Îranê me, Amerîkayê navê min li ser lîsteya mueyideyan zêde kiriye? Ma rastî evqas tehl e? Ji ber ku li dervayî Îranê ne milkekî min û ne jî berjewendiyeke min tuneye, ti bandoreke vê iryarê wê li ser min û malbata min nebe. Ez spasiya we dikim ku hûn di rojeva xwe de min weke gefeke evçend mezin dibînin."
Îranê navgîneke esmanî ya bêmirov a Amerîkayê xistibû. Piştî vê bûyerê, Trumpî gotibû, ew neçar in biryara mueyîdeyan bistînin û wiha axivîbû: "Em naxwazin bi Îranê an jî welatekî din ra pev biçin. Lê ez dikarim vê bibêjim, em nikarin destûrê bidin Îranê ku ew bibe xwedî çekên nukleerî." (FD)