Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Donald Trump Serokê DYAyê aşkere kir ku wan Quds weke paytexta fermî ya Israîlê nas kiriye.
Trump her wiha diyar kir ku ew ê Balyozxaneya DYAyê li Israîlê ji Tel Avîvê bibin Qudsê. Li gorî nûçeya BBCyê Trump derbarê mijarê de wiha axiviye:
“Quds dilê sê olên mezin e. Her wiha li ser ruyê erdê yek ji navendên demokrasiyê ya herî serkeftî ye.
“Ciyekî wisa ye ku Cihû, File û Misilman bi hev re di nava aştiyê de bi rengekî azad îbadeta xwe li vir dikin.
“Serokên DYAyê yên ji sala 1995ê û heta niha hatine hilbijartin diyar kirin ku ji bo vî tiştî ne dema rast e û barkirina Balyozxaneya DYAyê ji Tel Avîvê ber bi Qudsê ve bi paş de dixistin.”
Wezareta Karên Derve ya DYAyê: Neçin Quds û Rojavayê Şerîayê
Piştî daxuyaniya Trumpî Wezareta Karên Derve ya Dyayê fermak ji hemû nûnerên xwe yên dîmpolatîk re derxist û got ku, “Heke ne gelekî hewce be heta 20ê Kanûna Pêşiyê serdana Qudsê û Rojavayê Şerîayê nekin.”
Hamasê aşkere kiribû ku heke Trump Qudsê weke paytexta Israîlê nas bike ew ê serhildaneke nû bide dest pê kirin.
TBMMyê belavokek hevbeş belav kir
Li hemberî biryara naskirina Qudsê weke paytexta Israîlê, Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) belavokek hevbeş belav kir.
Di binê belavokê de îmzeya AKP, CHP, HDP û MHPyê heye û hatiye diyarkirin ku ev helwesta DYAyê wê li herêmê bibe sedema rêzexetereyan û dramên mirovî û pevçûnan derxe.
"Erdogan gotibû wê bibe sedema hêrsbûnê"
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî duh di axavtina xwe de diyar kiribû ku heke DYA Qudsê weke paytext nas bike wê li cîhana Islamê bibe sedema hêrsbûnê:
“Quds ji bo Misilmanan xeta sor e. Ji bo vê gava ku pirsgirêka herêmê kurtir bike navêje ez careke din DYAyê hişyar dikim. Em ê peywendiyên dîplomatîk bi Israîlê re qut bikin.
“Weke Serokê Rêxistina Hevkariyê ya Islamê em ê heta dawiyê vê mijarê bişopînin. Heke ku ku gaveke wisa bê avêtin, di nava pênc şeş rojan de em ê Lûtkeya Serokan a Rêxistina Hevkariyê ya Islamî li Stenbolê kom bikin”. (EKN/FD)