Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derbarê encamên referandûmê û pêvajoya wê de nirxandin kirin.
Di nirxandinan de hat gotin ku metirsiyên Rêxistina Hevkarî û ya Ewlekariya Ewropayê (RHEE) not girtine. Rayedarên Amerîkî herwiha duh di daxuyaniyên ewilî de diyar kiribûn ku ew ê li bende raporê bin.
BIXWÎNE - RHEE: REFERANDÛM NE DI NAVA ŞERTÊN WEKHEV DE ÇÊBÛ
Rojnameyên Washington Post û Guardinê jî nivîsandin ku Donald Trump Serokdewletê DYAyê bi rêya telefonê li Serokomar Recep Tayyip Erdogan geriya ye û ew pîroz kiriye.
Di vê navberê de Serokomar Erdogan derbarê rapora RHEEyê de nirxandin kir û got, “Pêşîn hedê xwe bizanibin. Ew raporên bi naveroka siyasî yên ku hûn amade bikin ne em dibînin ne jî dizanin.” (AS/FD)