Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Karên Derve ya DYAyê bang li Tirkiyeyê kir û got ku “Li hemberî Efrînê operasyonê nekin.”
Heather Nauert Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYAyê li Washingtonê di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser pirsa rojnamegerekî ku got, “Weke ku Tirkiye wê herêma Kantona Efrînê li Sûriyeyê dagir bike. Hûn jî wiha dibînin, şîroveya we ya li ser vê mijarê çiye?” axivî û got; “Em ji sedî sed nizanin ku wê rewş bi vî awayî be. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku teqez nekevin nava hewldaneke wiha.”
“Em dixwazin bala xwe bidin DAIŞê”
Nauertê diyar kir ku di mijara Sûriyeyê de ew dixwazin bala xwe bidin DAIŞê û wiha berdewam kir; “Weke ku me di dema li Iraqê referandûm li dar ket de jî gotibû, divê herkes berê xwe bidin heman hedefê. Divê em bala xwe bidin DAIŞê. Em dixwazin ku serî li tundkariyê nedin û berê xwe bidin DAIŞê û di vê de berdewam bikin.”
Nauertê li ser derbarê avakirina hêza sînorî ya li Sûriyeyê de jî destnîşan kir ku him Wezareta Berevaniyê him jî Rex Tillerson Wezîrê Karên Derve mijar zelal kirine. (EA/FD)