Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî biryara DYAyê ceza dane Serokatiya Pîşesaziya Berevaniyê û Îsmaîl Demîr, Serokê heman saziyê.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Wezareta Xezîneyê ya DYAyê aşkere kiriye ku navê Îsmaîl Demîr, Serokê Saziya Pîşesaziya Berevaniyê ya Serokomariyê, Mûstafa Alper Denîz, Serhat Gençoglû û Farûk Yîgît, rayedarên heman saziyê xistine lîsteya kesên ceza li wan hatine birîn.
Wezareta Karûbarên Derve ya DYAyê jî gotiye, li gorî vê biryarê wê ti erk û lisansa ixracatkirinê ya kelûpel û teknolojiyên DYAyê nedin Serokatiya Pîşesaziya Berevaniyê ya Tirkiyeyê.
Di heman daxuyaniyê de diyar kirine ku wê ti saziyeke fînansê nikaribe ji 10 milyon dolaran zêdetir deyn an jî krediye bidin saziya navborî û rayedarên heman saziyê wê nikaribin biçin DYAyê.
Mike Pompeo, Wezîrê Karûbarên Derve yê DYAyê jî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku li gel van biryaran her weha wan dest daniye ser mal û milken Serokê Saziya Pîşesaziya Berevaniyê û xebatkarên din ên saziyê.
Tirkiye: Em van biryaran red dikin
Piştî ku DYAyê ev biryar ragihandin, Wezareta Karûbarên Tirkiyeyê daxuyaniyek weşand û biryara hatiye dayîn red kir: “Em ragihandina cezayên yekalî yên lidijî kirîna Tirkiyeyê ya S-400, sîstemên berevaniya asmanî ji hêla Amerîkayê ve şermezar dikin û red dikin.”
Wezareta Tirkiyeyê her weha gotiye ku li dijî van biryaran wê ew jî bersivê bidin. (EKN/FD)