Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Donald Trump, Serokê DYAyê di civîna çapemîyê ya derbarê têkoşîna li dijî vîrusa Covîd-19ê de eşkere kiriye, ku fona dida Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê(WHO) daye rawestandin. Civîn li Qesra Spî pêkhatiye.
Trumpî destnîşan kiriye û gotiye, ku di belavbûna şewbê de berpirsiyariyeka cidî ya rêxistinê heye û li ser vê mijarê di serî de hemû cîhan bi WHOyê xapiya.
Trumpî gotiye, hema bêje rêxistin bi tenê ji bo Çînê kar dike û weha pê de çû ye: "Ez îro fermanê didim rêvebiriya xwe, bila wê fona ku em didin WHOyê bide rawestandin. Hemû kes dizanin li wir çi diqewime."
DYA salane bi 400-500 mîlyon dolarî weke alîkarî dide WHOyê
Donald Trump diyar kiriye û gotiye, Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) salane bi 400-500 mîlyon dolarî alîkariyê dide Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO). Lê belê Çîn bi tenê 40 mîlyon dolarî dide.
WHOyê ji wan daxwazên me re guh girt ku me digot 'bila geştên Çînê were rawestandin', ev xeletiyek mezin bû. Her weha min di serî de geştên ji Çînê bo DYAyê dan rawestandin. (TP/AY/FD)