Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fermandariya Hêzên Navendî(CENTCOM) yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derbarê êrîşên Îranê yên li dijî baregehên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î) û Komaleya Zehmetkêşên Şoreşger a Kurdistana Îranê (Komele) de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Di daxuyaniya ku bi îmzeya Fermandarê CENTCOMê General Mîchael Erîk Kurîlla hatiye dayîn de, êrîşên Îranê yên li ser axa Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hatine şermezarkirin. Kurilla têkildarî mijarê ev daxuyanî daye:
“Em êrişa Iranê ya îşev ya bi mûşek û balafirên bêmirov ya li nêzîkî Hewlêr û Iraqê pêk anîye şermezar dikin.”
“Ew bi neheqî jiyana sivîlan dixine metirsiyê, serweriya Iraqê binpê dikin û ewlehî û aramiya Iraq û Rojhilata Navîn ku bi zehmetî hatiye bi dest xistin dixine metirsiyê.”
Statement regarding Iranian strikes near Erbil, Iraq pic.twitter.com/P0fa7kQhRj
— U.S. Central Command (@CENTCOM) November 21, 2022
Li gorî nûçeya Rûdawê arteşa Îranê duh bişev careke din bi dron û mûşekan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir. Li gor zanyariyan, baregeha PDKÎ li navçeya Koye, Kampa Cejnekan li nêzîk Hewlêrê û baregeha Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê li Zirgwêz a Silêmaniyê bûne armancên êrîşên Îranê.
(SD/AY)