Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşnûmeya biryarê ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ji bo endamtiya tam a Filistînê, veto kir.
KENY ji 15 endaman pêk tê û Cezayîrê ji bo ku Fîlîstîn bibe endamê tam yê konseyê pêşnûme biryarek pêşkeş kir.
Di dengdana ji bo pêşnûmeyê de DYAyê dengê "na" da, 12 dengên "erê" û 2 jî "bêalî” hat bikaranîn.
Rûsya, Çîn, Fransa, Cezayîr, Malta, Ekvador, Guyana, Slovenya, Sierra Leone, Mozambîk, Koreya Başûr û Japonyayê dengê 'erê' dan. Her weha Îngilîstan û Swîsre "bêalî" man.
Ji bo ku pêşnûmeya biryarê derbas bibe divê her pênc 5 endamên daîmî jî dengê “erê” bidin û bi giştî 9 dengên "erê" were stendin.
Fîlîstînê di sala 2011an de ji bo endamtiya tam serî li Neteweyên Yekbûyî dabû, lê belê di KENYê de bi temamî piştgirî wernegirtibû. Filistîn di sala 2012an de "statûya çavdêriya daîmî" ya Neteweyên Yekbûyî bi dest xistibû.
(HA/AY)