Wezareta Darayî ya DYAyê ragihandiye, wan ceza dane du şîrketên Îranê yên bi navê E-Sail û IRISLyê. Herdu şîrket di kerta veguhastina deryayî de kar dikin.
Wezareta Derve ya DYAyê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, cezayên DYAyê yên li ser herdu şîrketên Îranî bi tometa wê yekê ye ku beşdarî di veguhastina keresteyan bo bernameya mûşekên balistîk ên Îranê de kirine.
Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê DYAyê jî derbarê cezayên nû yên li ser Îranê de, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye, ew ceza ji ber gihandina alîkariyên mirovî, ji bo 6 mehan hatibûn paşxistin, lê ew paşxistina êdî bi dawî hatiye û ew aliyên ku dixwazin danûstandinan li gel Îranê bikin, divê alavên din ên veguhastinê û keştiyên din bibînin.
DYAyê gef li welat û şîrketan xwariye ku bi Îranê re kar dikin
Wezareta Derve ya DYAyê herwiha gef li tevahiya wan şîrket û welatan xwariye û hişyarî daye wan, daku danûstandin û serederiyê li gel wan herdu şîrketan nekin, eger bikin dê ji aliyê Washîngtonê ve bêne ceza kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Hikûmeta Îranê heta niha jî li ser çalakiyên xwe yên atomî berdewam e û di rêya wan herdu şîrket û şîrketên din re, kelûpelên taybet bi bernameya xwe ya atomî veguhastine. (AY/FD)
Çavkanî - Fotograf : Rudaw