Fotograf: AA / Arşîv
Wezîreta Xezîneya DYAyê pênc kesên li Tirkiyeyê dijîn, bi sedema ku "alîkariya darayî û lojîstîk dane" El Qaîdeyê ceza kiriye.
Berpirsa Ofîsa Kontrolkirina Sermîyanên Bîyaniyan li nav Wezareta Xezîneyê, Andrea M. Gacki di daxuanîyekê de gotiye ku ev ceza pêgirîya bêhempa ya DYAyê ji bo qutkirina piştgirîya diravî ji bo El Qaîdeyê nîşan dide.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî di Tweetekê de derbarê van sizayan wiha nivîsiye: “Em ê bi berdewamî wan kesan bikin armanc, ew ên ku hewil didin zîyanê bigihînin Amerîka, hevwelatîyên me û berjewendîyên me.”
Li gorî nûçeya dengê amerîka beşa kurdî pênc kesên ku ketine DYAyê we ceza kirine ev in:
2 welatiyên Misrê di lîsteyê de ne
Salim parêzarekî li Misirê ji dayîk bûye û li Tirkîyê dijî. Li gorî lîsteyê ew yek ji alîgirên sereke ye di çalakîyên El Qaîdeyê li Tirkîyê de, di nav de jî wekî şandîyê diravî li tevneya El Qaîdeyê li Tirkîyê xebitîye. Salim emîrê berê yê rêxistina Cîhada Îslamî ya Misirî ye.
El Xazlanî jî hevwelatîyekî Misirî ye û alîgerekî dêrîn yê El Qaîdeyê ye. Wî li Tirkîyê pere veguhestî bikar aniye da ku piştgirîya El Qaîdeyê bike. Li gorî lîsteyê El Qaîde kesên wekî Mihemed el Xazlanî bikar tîne da ku pereyan bigihînin malbatên endamên zindankirî yên El Qaîde.
3 kes jî welatiyên Tirkiyeyê ne
Muslihan hevwelatîyekî Tirkiyeyê ye ku ew jî wekî alîgirekî El Qaîde hatiye diyarkirin. Wezaretê diyar kiriye ku wî peywendî ligel rêbertîya bilind ya El Qaîdeyê hebûye. Her weha hatiye gotin ku Muslihan peywendîya rasterast ligel tundrêyên El Qaîdeyê kiriye, wekî Abu Xeyrî el Mesrî, rêberekî El Qaîde ku nuha mirî ye û li Sûrîyê çalak bû.
Guzel hevwelatîyekî Tirkiyeyê ye ku li gorî heman lîsteyê wî wekî alîgerekî El Qaîdeyê kar dikir û piştgirî dida Nurettin Muslihan, wekî beşek ji hewildanên Muslihan bo piştgirîya El Qaîde. Wekî mînak, Guzel bi Suslihan re kar kiriye da ku peywendîyê bi rêberê El Qaîdeyê li Sûrîyeyê Abu Xeyrî el Mesrî re bikin.
Gurleyen hevwelatîyekî Tirkiyeyê e ku di lîsteya Wezareta Xezîneyê de cih girtiye. Li gorî lîsteyê wî alîkarîya daye tundrêyekî din yê El Qaîdeyê ji bo alîkarîya wî ya seferê bike. (FD)