Fotograf: Canva - Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) duh (25ê Tebaxê) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye û gotiye ku wan li bakur rojhilatê Sûriyeyê, êrîşa asmanî biriye ser hêzên ku Îran piştgiriya wan dike.
DYAyê di 23yê Tebaxê de jî li rojhilatê Sûriyeyê, li Deyrizorê, êrîşeke asmanî li dijî hêzên nêzîkî Îranê kiribû. Piştî vê êrîşê, bi roketan li bajarê Deyrizorê, li nêzîkî qada gaza xwezayî ya Omer û Kûnikoyê êrîşî hêzên DYAyê pêk hatibû.
DYAyê berpirsiyariya vê êrîşê xistiye stûyê hêzên nêzîkî îranê û di 25ê Tebaxê de careke din êrîşî heman koman kiriye.
CENTCOMê diyar kiriye ku di encama êrîşê de "çar şervanên dijminan" hatine kuştin, "heft roketavêj hatine tunekirin." (SD/FD)