Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilizî bitikîne
Sarah Sanders Berdevka Koşka Spî ya DYAyê aşkere kir ku ji ber 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê biryara hepsa malê li keşe Pastor Andrew Brunsonî biriye, ew ê biryara mueyîdeyê ji bo Wezîrê Navxweyî û yê Dadê yê Tirkiyeyê bidin.
Ji ber rola wan a di girtina Brunsonî de navê Suleyman Soylû Wezîrê Navxweyî û Abdulhamît Gul Wezîrê Dadê di biryara mueyideyan de derbas dibe. Wê mueyideyên finansî ji bo her du wezîran hebin.
Wezîrê Xezîneyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir
Steven Mnuchin Wezîrê Xezîneyê yê DYAyê daxunayiyek nivîskî belav kiriye û tê de gotiye, girtina Brunsonî ne adil e û hepskirina wî ya li malê nayê qebûlkirin.
Piştî vê biryarê Gul û Soylûyî li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da.
Gulî gotiye: “Ji bilî jiyan û mirina li ser vê xakê di fikreke min nîne. Ne li DYAyê ne jî li welatekî ji derveyî Tirkiyeyê ne dareke min a çandî ne jî qurişek pareyê min nîne. Heke ku bibe qismet belkî rojekê ez li bajarê xwe Dîlokê bexçeyekî zeytûnan bikirim.”
Soylûyî diyar kiriye ku ew ê li hemberî vê biryarê bersivê bidin.
Çi bûbû?
Polîsan keşeyekê bi navê Andrew Brunson, Çiriya 2016ê, bi sûcê sîxurîyê girtibû û ji wê rojê ve girtî bû. Dadgeha Cezayên Giran a Izmîrê 25ê Tîrmehê biryar da ku Bruson dê ji girtîgehê derbikeve û bibe mehkûmê mala xwe.
Parêzerê Brunsonî, İsmail Cem Halavurtî ji dadgehê re diyar kiriye ku tendûristiya(saxlemiya) Brunsonî rê nade ku ew li girtîgehê bimîne û divê ew demildest bê behdan.
Andrew Brunson welatiyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Serokê Amerîkayê Donald Trumpî bi Twîtekê xwestibû Brunson bê berdan.
Keşeyê me, keşeyê we
17ê Gulana 2017ê dema serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan çûyî Amerîyê, Trumpî jê xwestiye ew Brunsonî bide berdan.
Erdoganî gotiye:
“Ji me dixwazin em keşeyî bişînin. Keşeyekê me jî li nik we heye(Fethillah Gulen). Hûn jî wî bişînin.” (HK/FD)